Eşîrên Ereb tevî 50 hezar şervanan tevlî seferberiyê bûn

Pêşengên êl û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kiribû, wê tevî 50 hezar şervanan tevlî nav berxwedanê bibin.

Şêx û rûspiyên êlên Ereb daxuyaniyek dan û tê de ragihandin ku ew tevlî sefergeriya giştî dibin ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye.

Di daxuyaniya wan de ev tişt hate diyarkirin:

“Em pêşengên êl, eşîr û rûspî û qebîleyên Ereb ên herêmê  radighînin ku em bi yekrêzî li dû ciwanên xwe yên Hêzên Sûriye Demokratîk in.

Îro em li hember dagirkeriya osmanî em li ber xwe didin. Di dirêjahiya serdeman de me ji destê wê azar kişand û çeteyên wê milk û malên gelê Sûriyê talan kirin û li rex komên terorîst yên berê rola ajandeyên girêdayî dagirkeriya Tirk lîstin.

Em şêx û rûsiyên êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em amade ne derdora 50 hezar şervanên ciwanên êl û qebîleyên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin da ku tev li Hêzên Sûriye Demokratîk bibin û li hember dagirkeriya osmanî ya hovane û çeteyên wê bisekinin. Me dît ku di dirêjahiya dîrokê de şer wêranî ji gelên herêmê re anî. Biratiya gelan bingeha wekhevî, aştî û lihevkirinê ye.

Em bang li fermandariya giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk dikin ku her bostek ji axa me ji dagirkeriya Osmanî ji Cerablusê heta Efrîn û Lîwa Skenderon rizgar bike. Ew herêmên di bin wesayeta Tirkiyê de veguherîna kortika komên terorîst.

Em peyama xwe ji gelê Tirkiyê re dişînin ku li du siyasetên Erdogan û AKP`ê neçin. Ew dijminahî û nefretê di navbera her du gelan de belav dikin. Bi êrîşên xwe zarokên me dikuje û şêniyên me dide koçberkirin. Ev tişt wê dîrok bi bîr bixe û xwîna gelê me ne erzan e.

Em bang li Desteya NY û Meclisa Ewlehiyê bi giştî û El-Camîa El-Erebiye bi taybet dikin ku rolek exlaqî û mirovî di rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser ax û gelê me bilîzin.”