Li 4 navendan dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Bi hezaran kesên li Swîsre, Îtalya, Evûtûrya û Fransayê daketin qadan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Çalakvanên ku li stasyona trenê ya bajarê Bellînzona ya Kantona Tessîn a Swîsreyê hatin ba hev bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Rêxistinên ciwanên alternatîf a Swîsre û nûnerên partiyên siyasî piştevanî dan çalakiyê. Daxwaza hate kirin ku divê dewleta Swîsre û Meclîsa Kantona Tessînê li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.

TORÎNO

Bi hezaran kesên li Qada Pîazza Çastelloyê ya bajarê Torîno yê Îtalyayê kom bûn dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Komên mîna Askatasûna, Cabrîo, Arcî, Groppo, Abele, Ggîel, Notav û Fanans Fanos û Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Her wiha li qada Pîazza Vîttorîa yê jî mîtîngek hate kirin.

VİYANA

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Ewûstûrya Viyanayê bi meş û mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Di mîtîngê de Parlementerê Keskan Mîchel Reîmon, Wekîlê Parlementoya Ewropayê Andreas Schîeder, Nûnara Komeleya Jinan a Lîsa Evûstûrya Mary Kreûtzer, Nûnera Asyl in Not Mîchael Genner, Nûnera Goran a Evûstûrya Bana Saîd û nûnerê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Evûstûrya (ATÎK) di çalakiyê de axivîn û êrîşên Tirk ên dagirker şermezar kirin.

GRAZ

Her wiha li bajarê graz ê Ewûstûrya jî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Hevserokê Civaka Azad a Ewûstûrya Halîs Sever axivî û got, şoreşa Rojava şoreşa gelan e, li dijî vê êrîş tên kirin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn û bi meşekê heta ber Sefaretxaneya Tirk dagirkerî protestokirin.