Kurd li Norweç, Evûstûrya, Hollanda û Fransayê jî li qadan bûn
Kurd û dostên xwe yên li paytexta Norweç Oslo, Lînz û Însbrûck ên Evûstûrya, Den Haag a Hollanda û Lîlle a Fransayê daketin qadan dagirkeriya Tirk protestokirin.
Kurd û dostên xwe yên li paytexta Norweç Oslo, Lînz û Însbrûck ên Evûstûrya, Den Haag a Hollanda û Lîlle a Fransayê daketin qadan dagirkeriya Tirk protestokirin.
OSLO
Bi hezaran kesên li paytexta Norweç Oslo bi meşekê ya ji ser rêya Kral Johan heta pêşiya Wezareta Karê Derve dagirkeriya Tirk protestokirin. Di axaftinên li ser navê saziyan hate kirin bal kişandin ser girîngiya rawestandin çekan a ji bo dewleta Tirk. Her wiha li Trondheîm, Stavanger, Bergen, Tromso û Snednes jî dewleta Tirk hate şermezarkirin.
LÎNZ
Kurdistanî û dostên wan ên li Lînz a Ewûstûrya û derdorî wê dijîn jî dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Federasyona Gelan a Demorkatîk a Ewûstûrya, ATÎGF, ATÎK û saziyên Ewûstûyayî jî piştgir dan çalakiyê.
ÎNNSBRÛCK
Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrol a Ewûstûryayê jî Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşentiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Înnsbrûckê hatin ba hev bi meşekê ya tevlîbûna nêzî sê hezar kesî dagirkeriya Tirk protesto kirin.
DEN HAAG
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Den Haag ê Hollandayê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê şermezar kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin daxwaza guşarên aborî ya li ser Tirkiyeyê bê sepandin hate kirin.
LÎLLE
Bi mîtîngeke hevpar a ji aliyê Platforma Piştevaniya bi Rojava re, partiyên çep ên Fransî, sosyalîst û komunîst dagirkeriya Tirk li bajarê Lîlle ya Fransayê hate protestokirin.