‘Divê ji Erdogan û arteşa wî ya kujer re destûr neyê dayîn’

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê, daketin qadan.

FREÎBURG

Li bajarê Freîburga Elmanyayê 5 hezar kesî bi armanca protestokirina dagirkeriya ser Rojava bi ruhê serhildanê daketin qadan. Bi hezaran kes ên ku li meydana Alte Synagoge hatin ba hev, bi hilgirtina pankarta “Ji Rojava derkeve Tirkiye” heta navenda bazarê meşiya. Di meşê de Jin û zarokan pêşbendên spî ku rengê xwînê li ser bû liber kiribûn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

AUGSBURG

Li bajarê Augsburga Elmayayê bi dehan Kurdistanî li Konîgsplatzê kom bûn û êrîşê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “kujer Erdogan” “vê Rojava ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berz kirin û alên Kurdistan, YPG-YPJ jî hatin bilindkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê jî hewildanên dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin. Hezaran Kurdistanî û dostên wê ku li ber Ewropagaleriyê hatin cem hev û li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a ser Rojava hêrsa xwe nîşanda. Di çalakiya protestoyî de ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Saarlandê hatibû organîze kirin ji bilî sazî û rêxistinên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê, saziyên Elmanî wekî Aktion 3.Welt, Konseya Penaberan a Saarland, Antifa Saar, MLKP û DKP jî cihê xwe di çalakiyê de girtin. Di axavtinên ku pêşkêş kirinî de piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan destnîşan kirin.

BREMEN

Li bajarê Bremen a Elmanyayê jî êrîş hate şermezarkirin. Bi hezaran Kurdistanî li gel Nûnerê Ermenî Heiko, ser navê Platforma Varîlan a Bremen Barbara Heller, ser navê Cemxaneya Bremen Songul Arslan, nûnerê Freday Dur Futture (saziya têkoşîna dijî germahiya cîhanî) û parlementerên Die Linke ya Bremen’ê li ber Parlemena Bremenê çalakî lidar xistin. Di axavtinên hatin pêşkêş kirin de bal kêşane ser pêwîstiya lezgîn a pêkanîna yekîtiya netewî.

HAMBURG

Êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk a li ser Rojava bi xwepêşandanekî girseyî ku li bajarê Hamburg’a Elmanya çêbû hate şermezarkirin. Bi deh hezaran kes tevlî meşa ku li ber stasyona Sternchanze destpêkirî bûn. Di meşa ku Kurdistanî, Elmanî û gelek kes ji netewe û rengên cuda tevlê bibûn de Parlementerê Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansû Ozdemîr û nûnerê Civaka Elevî Mahmut Erdem axivîn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

KÎEL

Kurdistanî û dostên wê li bajarê Kiel a Elmanya bi meşekî girseyî êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di meşa ku li pêşiya navenda gara trenê destpêkirî de li gel ku Elmaniyan eleqe nîşanê da, Komeleya Eleviyan a Kiel, Komîteya Piştevaniya Kurdistan, Komên antî-faşîst, Russische Gemeinde, Die Linke, AGIF û Kurdische Gemeinde jî piştgiriya xwe nîşan dan.