30 partiyan bang kirin: Berxwedan ji bo serfiraziyê yek rê ye
30 partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, bang li gelê herêmê kir ku destekê bidin berxwedana QSD’ê
30 partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, bang li gelê herêmê kir ku destekê bidin berxwedana QSD’ê
30 partî û rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, li ser bûyer û pêşketinên demê dawî li herêmê rû didin civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şervanên QSD’ê berxwedaneke destanî dikin, bang hate kirin ku divê gelê herêmê destekê bide berxwedanê
Partiyan di daxwaziyê de bangewaziyên xwe rêz kirin:
1-Divê civaka navdewletî û NY`î erka xwe pêk bîne, êrîşên Tirkiyê rawestînin û Tirkiyê bi giranî ceza bikin. Her wiha hesab ji berpirsên sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li Efrînê û rojhilatê Firatê pêk tên were xwestin.
2-Armanca Tirkiyê ji vê êrîşê dagirkirina herêmê ye, têkbirina ewlehiya wê ye, her wiha belavkirina tevlihevî û şerê navxweyî ye. Di vî warî de em dîroka xwîndar a dewleta Osmanî û kirinên wê der heqê pêkhateyên gelên herêmê de Ermenî, Suryanî û Asûr bibîr dixin. Niha li ser me heman kirinên ku dewleta Osmanî di dîrokê de li dijî pêkhateyên gelê Sûriyê bi netew, ol Îslam, Xiristiyan, Êzidî, Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Ermen, Çerkez û Tirkman pêk anîne dûbare dibin.
3-Rejîma Tirkiyê hertim di dirêjahiya salên aloziyê de desteka rêxistinên terorîst kir û ji van êrîşan vejandina DAÎŞ`ê armanc dike ji bo ku cîhan hemû pê tehdîd bike û şantaj bike mîna ku Yekîtiya Ewropayê bi kaxiza penaberan şantaj dike.
4-Pêwîsta rêxistinên NY`î bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hember koçberan rabin û bi lez tevahiya cûreyên alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.
5-Spasiya El-Camiya El-Erebiyê liser helwesta wê ya rêzdar ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê dikin. Em hêvî dikin ku dewletên cîran li dû helwesta Tirkî neçin ji ber ku di dawiyê de çaranûsa vî gelî, armanc û hêviyên wî yek in. Em spasiya tevahiya helwestên navdewletî yên ku êrîşa Tirkiyê red kirine dikin.
6-Wek hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku birayên me yê gelê Sûriyê tev li şerê Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan xemgîn in. Em bang li wan dikin ku karê xwe di êrîşan de berdewam nekin. Heta ku şêniyên heman gelî hev du nekujin. Ev dikeve xizmeta dijminê sitemker. Pêwîste gelê Sûriyê diyalogê wek berbijarkek wetenî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî ajandeyên herêmî bipejrînin.
7-Ji ber şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê têkoşer Hevrîn Xelef ya ku di hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye em sersaxî ji xwe û gelê xwe redixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku çiqas dikare ji Hêzên Sûriye Demokratîk hêzên rûmet û azadiyê re pêşkêş bikin da ku dewleta Tirk a faşîst û rêxistina wê ya terorîst a ku ewlehiya herêmê tevlî hev dike bi qewrînin. Berxwedan rêya tekane ya pêkanîn serkeftinê ye.
Partiyên daxuyanî dane ev:
Partiya Pêşeroja Sûriyê
Tevgera Guhertina a Demokratîk (Heyet El-Tensîq)
Partiya Yekitiya Demokratîk
Partiya Yekitiya Suryan
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Lîberal a Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê
Partiya Çeper a Kurd li Sûriyê
Partiya Çepger a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê
Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê
Tevgera Nûjen a Kurdistanê
Yekitiya Kedkarên Kurdistanê
Desteya Niştimanî ya Erebî
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê
Partiya Kesk a Kurdistanê
Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî)
Partiya Reform – Sûriya
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)
Partiya Asur a Demokratîk
Partiya Biratî ya Kurdistanê
Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê
Partiya Netewî ya Azad-Rojava
Şepêla Pêşeroja Kurdistanê
Tevgera Civaka Demokratîk
Kongreya Star
Partiya Muhafizkarên Demokratîk
Partiya Têkoşîna Demokratîk