Gel li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava li qadan bû

Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê gel ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye daketin qadan, êrîş protestokirin û piştgirî da şervanên QSD’ê.

Li seranserî bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran welatî ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriye daketin qadan.

ÛRMIYE
Xelkê bajarên Urmiye, Şino, Mehabad û Pîranşarê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan. Di çalakiyan de bê navber dirûşmên “ Bijî Berxwedana Rojava, faşîst Erdogan, bimre Erdogan” qêriyan. Di meşan de gel piştgiriya xwe bi berxwedanê re anîn ziman û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

SINE
Bi heman armancê gel li parêzgeha Kirmanşan, Şabad, Ciwanrû, Pawe û Salasa Bawecanî daketin qadan. Di meşan de dirûşmên “Rojava û Rojhilatê Kurdistan yeke, bijî berxwedana Rojava” qêriyan.

ÎLAM
Li parêzgeha Îlam’ê jî bi sedan welatî li dijî dagirkeriyê daketin qadan û hêrsa xwe li dijî dagirkeriyê nîşandan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye, Bijî berxwedana Rojava” di gotin.
Li paytexta Îran Tehranê jî Kurdistanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî kirin. Çalakvan li pêşiya Balyozxaneya Tirkiye kombûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.