Berpirsê Komîsyona Ewropayê: Piştevaniya YE'yê ji bo Tirkiyeyê nadome
Berpirsê Komîsyona Ewropayê Oettînger ragihand ku piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji bo Tirkiyeyê berdewam nake.
Berpirsê Komîsyona Ewropayê Oettînger ragihand ku piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji bo Tirkiyeyê berdewam nake.
Piştî ku Elmanyayê bang li Yekîtiya Ewropayê kiribû û xwestibû ku bila alîkariyên maddî yên ji bo Tirkiyeyê kêm bikin, Komîsyona Ewropayê jî têkildarî vê rewşê peyam da.
Komîserê Berpirsyar ê Budçe û Şiyanmendiya Mirovî ya Komîsyona Ewropayê Gunther Oettînger ku ji rojnameya Bîld a Elman re axivî got ku Yekîtiya Ewropayê plan dikir ku heta 2020'an 4.3 milyar avro alîkarî bide Tirkiyeyê lê niha dihizire ku alîkariyê neşîne.
Oettînger bal kişand li ser fona Tirkiyeyê ya ku ji YE’yê digire û wiha got; "Ev fona ku dihat dayîn, dihat payîn ku Tirkiye vê fonê ji bo projeyên nêzîkî Ewropayê bibe, bi kar bîne. Mînak bi rêya perwerdekirina dadger, dozger û rojnamevanan. Ger mirov temaşeyî bûyerên di aliyê siyasî li Tirkiyeyê diqewimin bike, projeyên bi vî awayî berdewam nakin.”
Elmanya daxwaz ji Komîsyona Ewropayê kiribû ku zextên ekonomîk yên li ser Tirkiyeyê zêdetir bikin.