BDP’ê karkerên zarok ên demsalî ji Wezîr Eker pirsî

BDP’ê karkerên zarok ên demsalî ji Wezîr Eker pirsî

BDP’ê derbarê pirsgirêkên karkerên zarok ên demsalî de bi daxwaza Wezîrê Xûrek, Çandinî û Ajalvaniyê yê Tirk Mehdî Eker pêşniyarpirsek pêşkêşê Meclîsê kir.

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di pêşnûmeyê de ku pêşkêşê Melcîsê kir, bi bîr xist ku li gorî yasayên neteweyî û navneteweyî xebitandina zarokan di karên demsalî de hatiye qedexekirin.

Kaplan bal kişand ku zarokn temenê wan derdora 15 salî di baxçe û zeviyan de tên xebitandin û xwest ku Eker bersiva van pirsan bide:

"Hejmara zarokên di karên demsalî de dixebitin çiqas e? Hejmara van zarokan dê çawa were tesbîdkirin?

Ger di çarçoveya karkeriya çandiniya demsalî de, dawî li keda zarokan were anîn, dê ji bo alîkariya aborî ya ku zarok dida malbatê telafiyeke çawa bê kirin?

Ji bo pêkanîna standartên navneteweyî û neteweyî yên di warê tendurîstî, perwerde, jiyan, tendurîstî û ewlekariya kar a karkerên zarok ên demsalî de, tu xebateke we heye?

Gelo ji bo karkerên zarok di zevî û baxçeyan de nexebitin tu hewldaneke we heye? Ger hebin çi ne?