BDP’ê çapemeniya Tirk derewand

BDP’ê çapemeniya Tirk derewand

BDP’ê nûçeya îro ya di rojnameyên Bugun, Haber Turk û Sabahê yên weke “PKK’yiyan Gultan Kişanak lêpirsîn kiriye” derewand.

BDP’ê destnîşan kir ku, nûçeya mijara gotinê “dervey rastiyê” ye û got; “Di serî de mafê şexsî û mafê rast agahî girtina rayagiştî ya Hevseroka me, rêgezên pîşeyî û exlaqî yên çapemeniyê hatine binpêkirin.”

BDP’ê da zanîn ku, di nava nivîsandinê bixwe de gelek berovajî kirin hene û di daxuyaniya dayî de wiha got: “Çawa ku di nûçeyê de cih nedaye çavkaniyekê, her wiha cih nedaye belge û agahiyekî ku vê îdîayê piştrast bike. Di nûçeyê de têkildarî îdîaya di derbarê Hevseroka me de gotiye, di dema binçavkirinê de ji Şaredarê Sêrtê Birêz Selîm Sadak hatiye pirsîn. Gelo nûçegihanê ev nûçe çêkirî, tevlî lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan ya Sêrtê bûye? Mafê rayagiştî heye ku vê bizane. Pêwîste rojnameyên navborî demildest daxuyaniyekê bidin. Têkildarî îdîayên ‘hatiye diyarkirin’ û ‘hatiye fêmkirin’ cih nedaye li gorî çi hatiye diyarkirin û li gorî kîjan agahiyan hatiye fêmkirin.”

BDP’ê destnîşan kir ku, armanca yên ku nûçeyên wisan serwîs dikin ewe ku, operasyonên li dijî BDP’ê li ber çavê gel rewa bikin, BDP’ê bêîtîbar bihêlin û nehêle siyasetê bike. BDP’ê diyar kir ku, “Rojname û weşanên çapemeniyê yên navborî, li gel binpêkirina mafê nûçe standina kes, li dijî mafên şexsî yên Birêz Gultan KIŞANAK’ê êrîş pêkanîne û Birêz Hevseroka me hedef nîşan kirine. Li ser vî bingehî, çiqas girêdana weşandina nûçeyên wisa sexte bi exlaqê pîşeya rojnamevantiyê re heye em vê ji wijdana rayagiştî re dihêlin. Em dê serî li hemû cure rêyên zagonî bidin, em ew kesên ku ev nûçe weşandine şermezar dikîn û bang li rojnameyên navborî dikin ku lêborîna xwe bixwazin.”