Biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya (LRN) BDP de hatin girtin, aşkera bûn. BDP dê roja 28’ê kanûnê de ku li gundê Roboskê di bombebarana balafirên tirk de 34 ciwanên kurd hatibûn qetilkirin, li ser gora wan bibîr bîne.
Biryarên di civîna LRN’ya BDP de hatin girtin bi weşandina giştîmeyekê şandin bajaran. Di giştînameyê de hate destnîşankirin ku BDP ketiye dema kongreyên asayî û wiha hat gotin: “Navend û navçeyên me yên ku hewcedariya wan bi kongreya hene dê din ava mehên Kanûn (berfanbar), Çile, Sibat û Adarê de pêk bînin. Navendên ku kongreyên xwe pêk tînin di rêza belavkirina peywirê de ligel alîkariyên xwe yên din dê cigirekî berpirsê ji perwerdeyê bê hilbijartin.
Biryarên di giştînameyê de hatine girtin wiha ne: “
*Bi taybet di demên dawî de di operasyonên bi navê KCK’ê de gelek nûner û endamên me hatin binçavkirin û girtin. Rêveberiyên me yên navendî dê biçin serdana malbatên hevalên me yên girtî û dê li ser vê planê bike.
*Di 20’ê kanûna 2012’an de saet di 10.00’an de li Navenda Gitşî dê Civîna Meclisa Jinan a Navendî; di 21’ê kanûnê de saet di 10.00’an jî civîna Navenda Giştî ya PM dê pêk were. Di 22’ê kanûnê de saet di 10.00’an de dê civîna Komîsyona Rêxistina Navenda Giştî pêk were.
* Ji bo komkujiya Mereşê protesto bikin û kesên jiyana xwe ji destdane bi bîr bînin di 23’ê kanûnê de dê tevlibûna ji bo mîtîngên komeleyên elewî pêk tînin yên Semsur, Dîlok, Meletî û Elezîzê pêk were. Rêxistinên me dê bi logoya BDP’ê tevli bibin. Di heman demê de ji bo tevlibûna van çalakiyan dê 3 parlamenter bên peywirdarkirin.
*Di ser komkujiya Roboskê de ligel ku salek derbs bû tu pêşveçûneke tune û ji bo ku aşkerenekirina kujeran bê protestokirin dê di 27’ê kanûnê roja pêncşemê saet di 12.00’an de li ber Edliya Amedê dê daxuyaniyek girseyî bê dayîn.
*Kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji destdan di salvegera komkujiyê de 28’ê kanûnê de dê li ser gora wan bên bibîranîn.
*Dîsa 28’ê kanûnê de ji bo protestokirina komkujiya Roboskê dê meş, daxuyanî, çalakiyên runiştinê û çalakiyên din yên demokratîk dê pêk werin. Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê jî dê ji bo tevlibûna meşa 29’ê kanûnê ya bi pêşengiya HDK’ê pêk tê xebatê bimeşîne.