BDP encamên civîna desteya rêveber ya navendî li Amedê bi daxûyaniyeke nivîskî eşkere kir. BDP destnîşan kir ku AKP hewl dide baweriya 'bi Îmraliyê re hevdîtin pêk tên' bide civakê û bi vî awayî daxwazên muzakere û çareseriyê qels dike.
Desteya navendî ya Navendî ya BDP, li Amedê civiya û mijarên di rojevê de nirxand. Piştî civînê li ser navê navenda desteya rêveber têkildarî mijarên greva birçîbûnê ya li zindanan a bi armanca çareseriyê û mijarên girîng daxûyaniyeke nivîskî da rayagiştî.
Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin, ku daxwaza civakê ya çareseriyê hem li nava welêt û hem jî li qada navneteweyî deng veda. Di berdewamiya daxûyaniyê de BDP balê kişand li ser van mijaran:
"Piştî berxwedan greva birçîbûnê AKP kete tengasiyê û erka dewletê ya di destên xwe de bikar anî, rakirina mafê destlênedanê yê parlementerên BDP'yî anî rojevê û xwest, ku daxwaz û hewldanên çareseriyê qels bike. AKP hewl dide ku baweriya 'bi Îmraliyê re hevdîtin pêk tên' bide civakê û bi vî awayî daxwazên muzakere û çareseriyê qels dike.
Li Îmraliyê tecrîda şiddandî dewam dike. AKP, ji yekîtiya kurdan ditirse û ji bo xwe weke talûke dibîne, lewma di siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn de polîtîkayeke mezhebperestiyê dimeşîne. Ji her demê bêtir kurd nêzî hev bûne, lewma li dijî hemû zext û êrîşên faşîzane partiya me bi biryardarî têkoşîna xwe didomîne.
Li hemberî polîtîkayên AKP yên li ser Kurdên li Tirkiyê û Suriyê riya yekane, xurtkirina têkoşîn û rêxistibûnê ye. Herwisa ev têkoşîn û xurtkirina rêxistinbûnê wê tecrîdê bişkîne û rêyên muzakere û çareseriyê veke. Em bawer dikin, ku gelê me weke heta niha dîsa li partiya xwe derkeve û di nava rêveberiyên me yên nû û komîsyonên tax û kolanan de cih bigrin."