Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatî weşandin de diyar dike ku, “Kurd li Rojava şoreşek ya Azadiyê dijîn, bi vê şoreşa azadiyê bandorê li Sûriye û Rojhilata Navîn tevê dikin. Niha hêza herî bingehîn ya demokratîkbûna li Sûriyeyê Kurdin.” Bayik destnîşan kir ku, pêwîste Desteya Bilind ya Kurdan were xurtkirin û Kurdên li Rojava bibin yek. Bayik behsa girîngiya kongreya netewî jî kir û got, “Bihêznebûna yekitiya li Rojava, heta hewildana xerabkirina vê yekitiyê ji ber bi kongreya neteweyî neafirandina îradeyeke hevbeşe. Dema yekitî di nava kurdan de tune be polîtîkayên ku dewleta Tirk di derbarê Rojava de dimeşîne ji bo kurdan xeteriyan bi xwe re tîne.”
Endamê Konsay Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik Bayik balkişande ser planên xeter yên li Rojava li ser destkeftiyên Kurdan tên kirin û diyarkir ku, nemimkûne ew helwesta hinek derdorên Kurd fêm bikin. Bayik da zanîn ku, tê gotin ev lîstikên kirêt yên li dijî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê têkiliya xwe bi hikumeta başûrê Kurdistanê re jî hene û got: “Nûçeyên bi vî rengî û belgeyên tên belavkirin nîşan dide ku tê xwestin yekitiya kurdan were têkbirin. Her wiha du partiyên di nava Desteya Bilind ya Kurdan de cih digirin jî di nava van têkiliyên kirêt de ne. Ev têkilî ji bo destkeftiyên gelê Kurd li Rojava xeterin.”
Bayik di nivîsa xwe de li dijî lîstik û hevkariyên qirêj yên li ser deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê xwest ku, Kurd li hemberî van lîstikan hişyarbin û bi helwesta xwe wana vala derxînin.
Nivîsa Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê ya di Rojnameya Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de wiha ye:
“Kurd li Rojava şoreşeke azadiyê dijîn. Bi şoreşa demokratîk, neteweyî, civakî û çandî jî vê şoreşê bihêztir dikin. Bi vê şoreşa azadiya Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn bandor dikin. Niha hêza herî bingehîn a demokratîkbûna li Sûriyeyê kurd in. Ev yek di serî de kurd moralê dide tevahiya gelên Rojhilata Navîn, heman tişt ji bo dijminên gelê kurd û deshilatdariyên despot jî xetere afirandiye.
Em fêm dikin ka çima dijminên gelê kurd û deshilatdariyên despot ji pêşketinên Rojavayê Kurdistanê bêzar dibin. Lê ne mimkûne helwesta hin derdorên Kurd were fêmkirin. Di destpêkê de belgeyên polîtîkayên ku dewleta Tirk dixwaze şoreşa Rojava têk bibe derketin holê. Di vê belgeyê de weke hedef bêbandorkirina PYD’ê dabûn ber xwe. Bêgûman mebesta wan bi vê yekê astengkirina bûyîna xwedî statuya Rojava ye. Tirkiye fikiriye ku vê astengkirinê tevî rêveberiya Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Belgeyên ku Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê beriya salekê ji nûnertiya Tirkiyeyê ya Hewlêrê re şandibû cih dide van polîtîkayan. Jixwe dema li Rojava kurdan yekitiya xwe saz kir û Konseya Bilind ya Kurd ava kirin Ahmet Davutoglu bi lez û bez çû Hewlêrê. Ji bo têkbirina yekitiya kurdan gelekî hewl da. Meşandina Dewleta Tirk ya vê polîtîkayê tiştekî asayî ye. Ji bo wê bidestxistina mafan ya kurdên li parçeyên din cihê fikarê ye. Ji ber ku ew di polîtîkayên tevkujiya çandî ya li ser kurdan de israr dike.
Dema Tirkiyeyê ev polîtîka meşandin hin partiyên Kurd ên li Rojava ne xwedî bingeh û girse ne bi hêzên ku li dijî bidestxistina statuya kurdan re hevkarî kirin. Her wiha tê îdiakirin ku ev lîstikên kirêt ên ji bo astengkirina destkeftiyên kurdan yên li Rojava bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re jî têkildar in. Di belgeya dawî hat kifşkirin de îfadeyê bi vî rengî cih digirin. Hatibû gotin ku beriya mehekê li Hewlêrê civînek li dij PYD’ê hatibû lidarxistin. Nûçeyên bi vî rengî û belgeyên tên belavkirin nîşan dide ku tê xwestin yekitiya kurdan were têkbirin. Tê xwestin sîwana Desteya Bilind a Kurd were belavkirin. Her wiha du partiyên di nava Desteya Bilind a Kurd de cih digirin jî di nava van têkiliyên kirêt de ne. Ev têkilî ji bo destkeftiyên gelê kurd li Rojava xeter in. Ev rewş bi serê xwe nîşan dide ku kurd ji bo dengeyên nû yên li Rojhilata Navîn û pêşketinan ne amade ne, her wiha di rewş û pozîsyoneke ku cesaretê dide dijminên gelê kurd de ne.
Piştî şoreşa Rojava ketina rewşa astengbûna li pêşiya destkeftiyên gelê Kurd ya hin derdoran û hikûmeta başûrê Kurdistanê bi serê xwe têrê dike ka lidarxistina kongreya neteweyî çiqasî girînge. Bihêznebûna yekitiya li Rojava, heta hewldana xerabkirina vê yekitiyê ji ber bi kongreya neteweyî neafirandina îradeyeke hevbeşe. Dema yekitî di nava kurdan de tune be polîtîkayên ku dewleta tirk di derbarê Rojava de dimeşîne ji bo kurdan xeteriyan bi xwe re tîne. Rewşeke wisa heye ku têkiliya bi muxalefeta Sûriyeyê ya bi Tirkiyeyê re têkildar tê wateya ji holê rakirina destkeftiyên kurdan ên li Rojava.
Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn dengeyên nû tên afirandin de, mîna li Sûriyeyê jî tê xuyakirin di vê pêvajoya ku ji bo kurdan derfeta azadbûnê derketiye holê de tevgera kurdan a yekgirtî û biberpirsyarî gelekî girînge.
Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji ber ku kurd ne rêxistinkirî bûn li çar parçeyan hatin belavkirin û ew xistin nava sîstema tevkujiya çandî. Di sedsala 20’emîn de hema hema gihiştin qonaxa tunebûnê. Di sedsala 21’emîn de tevî hin kêmasiyên heyî jî kurd xwedî hêzeke siyasî ne. Zanistî û têgihiştina azadî û demokrasiyê ya civaka kurd gelekî bilinde. Di pêvajoyeke ku Rojhilata Navîn ber bi denge û statuyên nû ve diçe kurd neçarin van derfetên heyî vergerînin avantajê. Di pêvajoya ku derfetên dîrokî derdikevin de weke mînaka Rojava tevgera bêberpirsyarî gelekî xetere. Divê tevahiya kurdan li dijî van têkiliyên xeter bi hîstiyarî rawestin û wan qebûl nekin.
Divê kurdên Rojava bibin yek. Her wiha divê tevahiya raya giştî ya kurd û hêzên siyasî jî piştgirî bidin vê yekitiyê. Ji bo vê yekê jî hêzdayina Desteya Bilind a Kurd gelekî girînge. Mijarê leşkerî jî di nav de di warê dîplomasî û gelek mijarên din de divê îdareya Desteya Bilind ya Kurdan hakîm be.
Li dewsa di bin sîwana Desteya Bilind ya Kurd de bihêzkirina yekitiyê, bi hêzên çete re avakirina hêzên leşkerî û amadekirina planên êrîşkirina hêzên parastinê yên kurd a ji aliyê hin kurdan ve mijareke gelekî balkêşe. Ji bo bêbandorkirina PYD’ê hevkariya bi hêzên dijî kurd ên mafên bingehîn ên demokratîk yê kurdan qebûl nakin re tê wateya xiyaneteke dîrokî ya li hemberî gelê Kurd. Ev tê wateya şerê vekirî yê li hemberî gelê kurd, bihêzkirina kurdan û bi vê re li dijî hêzên deshilatdar bêhêz hiştina kurdan û sabotekirina destkeftiyên wane. Divê kurd li hemberî van lîstikan hîstiyar bin û bi helwesta xwe wan vala derxin.”