Bawer kirin, fêhm kirin û meşiyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir ku di dema Pêngava 15'ê Tebaxê de gerîla xwedî ruh û coşeke bêhempa bûn û got, "Ew ne mirovên gelekî awarte bûn. Lê bi bawer bûn, wêrek, fedakar û leheng bûn. Bawer kirin, fêhm kirin û meşiyan."

Dûran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re qala gerîlayên wê wextê Egîd, Bedran, Şiyar, Erdal û Sari Îbrahîm kir:

"Rêber Apo digot, 'Ez fermanê ji ku digirim, hûn jî ji wir bigirin'. Bi rastî jî welê kirin. Rastiya Rêbertî bi vî rengî fêhm kirin. Şoreşgerî, welatparêzî bi vî rengî fêhm kirin, pejirandin û tevlî bûn. Ferman ji dîrokê girtin, ji welatparêziyê, ji şoreşgeriyê girtin. Ji dilsoziya xwe ya li jiyana azad talîmat girtin û hewl dan jê re bibin bersiv. Ew ne mirovên gelekî awarte bûn. Lê ew mirovên bi bawer bûn, wêrek, fedakar û leheng bûn. Ji ezmanan nehatibûn xwarê, lê belê ji pêwîstiyên jiyana azad bawer kiribûn. Bi gotina hevrê Kemal Pîr, mirovên welê bûn ku di oxira jiyana azad de dikarîbûn canê xwe feda bikin. Bi vî rengî fêhm kirin û welê meşiyan. Kêmasî û pirsgirêkên hemûyan hebûn. Ji aliyê fîzîkî ve kêmasî hebûn, lê belê tevî vê yekê meşiyan. Yanî ew ne supermen bûn. Lê belê xwedÎ bawerî bûn, milîtanên şoreşger ên xwedî îrade bûn, milîtanên Apoyî bûn. Gerîla bûn, fermandar bûn."

EGÎD BI BAWERÎ Û ÎRADEYA XWE MEZIN BÛ

Hevrê Egîd jî welê bû. Her kes dinase. Wî bi wî wêneyî wî nas dike. Ji ber wî wêneyî weke yekî gelekî bi heybet tê naskirin. Yekî kinik bû, ji aliyê fîzîkî ve pirsgirêkên wî hebûn, pêpanî bû. Ne mirovekî welê bû ku gelekî karîbû bimeşe. Lê belê yê ku herî zêde dimeşiya ew bû, yê ku herî zêde kar dikir ew bû. Ev yek bi çi dikir? Bi bawerî û îradeya xwe dikir.

Ev yek fêhm kiribû: Divê mirov çawa bijî, divê mirov bi rengekî azad, bi rûmet û rast bijîn. Ji bo vê jî pêwîstî bi şer, gerîlatî û fermandariyê hebe, divê ev bê kirin. Ev yek fêhm kir û pêk anî

Hevrê Ramazan Kaplan (Celal Xoce) hebû. Ew jî bi vî rengî bû. Ji DDKD'ê derbasî nava refên me bûbû. Û PKK pejirandibû. Yekî rewşenbîr bû. Digot, 'Min rojekê fêhm kir ku ev bar ketiye ser milê me. Ez ji hemû wezîfeyan re amade me'. 1'ê Gulana 1985'an li Xizxêrê şehîd bû. Bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew jî yek ji şehîdên Pêngava Lehengî ya 15'ê Tebaxê ye. Ew gotina wî watedar e. Weke erk û wezîfeya xwe dîtin. Hemû hevrêyên din jî bi vî rengî tevgeriyan.

BEDRAN BI HÊRS BÛ

Hevrê Bedran (Mehmet Sevgat) di berxwedana Hîlwan-Sîwerekê de yek ji wan fermandarên herî xwedî tecrûbe bû. Dema ku darbeya Hîlwan û Sîwerekê ji hêla darbeya 12’ê Îlonê ve hatî eciqandin ji hêla manewî û psikolojik ve pir jê karîger bûbû. Pir bihêrs bû û bertek nîşan dida. Demeke dirêj wê hêrsê û bertekê nedihişt ku bi rehetî û rast tevbigere. Tim ev pirs dikir, ‘’Piştî çalakiya 15’ê Tebaxê raporek nivîsî. Got, ‘’Demeke dirêj min bawer nekir. Rêbertî, partiyê dema ku digot, ‘’em ê li welêt vegerin û em ê artêşa gerîla ava bikin, şer bikin û bi ser bikevin’ min digot, gelo dibe, tim min ev pirs ji xwe dikir’’. Got, ‘’Bi rastî jî dibe? Em derketine derveyî welat, çawa dibe? Ji bo ku ez xwe bidim bawer kirin min gelekî hewl da. Vê tim ez di nav têkoşîneke hundir de hiştim û ev ji wê helwesta min a tengezar çêdibû.’’

Lê vegera li welêt çêbû, ji bo rêxistiniya gerîla tevger çêbû û di çalakiya 15’ê Tebaxê ya Dihê de bû fermandarê yekîneyê. Dema ku çalakî bûyî, got, ‘’min bawer kir, a ku dihate gotin rast bû, min nedît, min fêhm nekir’’ û piştî wê weke pratîka berê, bi vîn û coşeke mezin têkoşiya.

Hevrê Bedran pir kin bû. Ji heval Egîd kintir bû. Tim bi rengekî pozîtîf li jiyanê dinerî. Çawa bibêjim, ti caran coşî, kelecaniya wî kêm nedibû. Tengezarî hebûna jî pir nîşan nedida. Welatparêziya Riha-Hîlwan-Sîwerekê pê re hebû, di pratîkê de tecrûbeyên mezin di dest ve anîbû û wiha rola xwe lîst.

ERDAL ALÎKARÊ EGÎD BÛ

Hevalê Erdal, gelek Erdal çêbûn ku zincîra fermandariyê ya Meraş-Pazarcikê dişopandin. Hevrê Engîn Sîncer dema ku hatî qada Rêbertî, Rêbertî gotiyê, ‘’Navê te çiye?’’. Ji bo ku xizmtiya wî jî bi heval Erdal re hebû, got, ‘’bila navê te Erdal be’’. Ew bûne Erdalê duyem û sêyam. Mustafa Yondem jî dibe Erdalê pêşî. Dirêj bû. Beriya salên 80’yî jî jî di çalakiyên xeta Dîlok-Meraşê de cih girtibû. Di perwerdehiyê de pêşketî bû. Pir kûr difikirî, têgihiştî bû, bandora li derdora xwe dikir, dikarîbû berê mirovan biguherîne. Ji hêla leşkerî ve xwedî tecrûbe bû. Dêhaya wî ya leşkerî baş bû. Di Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 15’ê Tebaê de alîkarê heval Egîd bû. Piştî wê di şerê Botanê de bi hişmenidiya ku ji wir gritî bi asta bilind bû hêza fermandar û peywira xwe bi cih anî.

HEVAL ŞIYAR DI NAV PARTIYÊ DE MEZIN BÛ

Heval Şiyar (Kazim Kulu) hevalekî ciwan bû. Heval Şiyar, heval Sari Ibrahîm yekîneyên ciwan ên hêzên me yên leşkerî bûn ku derketibûn derveyî welat. Qendrolên ciwanan bûn. Hheval Kara Omer jî wiha bû. Tim bi hurmet em bi bîr bînin. Hevrê Kara Omer digot, ‘’Em baskê ciwanan ên PKK’ê ne’’. Di nav gerîla de li Behdînanê, li Botanê tevdigeriya, dema ku şer dikir, ev ji bo hevalê ciwa û ji bo xwe digot. ‘’Digot, ‘’Em baskên ciwanan ên PKK’ê ne, em yekîneyên ciwan in’’. Ev heval wiha dimeşiyan. Heval Şiyar di nav partiyê de mezin bû, ji hêla fizîkî ve jî di nav partiyê de mezin bû. Perwerde û rêxistiniya xwe jî ji wir stand. Egîdiya mirovên Dersimê, coşî, welatparêziya wê pê re hebû. Dilzîz bû. Dibêjin, ‘’ketiyê mirovan’’, bi rastî jî wiha bû. Karakterê xwe jî, di nav şerê gerîla de, li qada bejahiyê di nav şerê gerîla de dît. Naxwe, dema li qada Lubnanê, dema wê vekişandinê, di perweredehiyê de hê nû hîn dibû, nû digihişt.

HEVAL IBRAHÎM TAM GERÎLA BÛ

Heval Ibrahîm (Ramazan Toptaş) jî wiha bû. Heval Ibrahîm ne şaş bim, piştî konferansê bi heval Mizgîn re çûne derveyî welat. Ciwan bûn. Hê 13-14 salî bûn. Heval Mizgîn jî wiha bû. Hatin û piştî konferansê 3 mehan tevlî nav perwerdehiya leşkerî bûn. Rojekê jî jê neman. Heval Ibrahîm û Mizgîn wiha bûn. Li welêt vegeriyan û gihaştin nasname, karakterên xwe yên rastîn, berxwedana nav gerîla ya li welêt. Li hemû cografyaya Kurdistanê geriyan. Çûne Başûr, Dersimê. Heval Ibrahîm, ti devereke ku neçûye nema. Tam gerîla bû, baskê nêçîrê bû. Tim bi tevger bû, li cihê xwe nedisekinî, hez nedir ku li deverekê bi cih bibe, tim li pey dijmin bû û karakterekî wî yê nêçîrvaniyê hebû.

Heval Şiyar jî wiha bû. Hema hem ali hemû herêmên Bakurê Kurdistanê ma. Dibe ku neçûbe çend herêman lê wekî dî çû hemû herêman.

Van mirovan gerîlatî kirin, bi 2-3 kesan tevgeriyan. Peywirê hewce kir bûne fermandar, dema ku peywira mezintir hewce kir bûne fermandarên mezin. Çi berpirsyarî hewce kir, xwe nedane alî. Lê bi salan, her roj 24 saetan gerîla bûn, xebitîn, bi azadî jiyan. Ez dikarim vê bibêjim. Jiyana bi gerîlatî, li Kurdistanê jiyana bi azadî ye. Helwesta gerîlatiyê, helwesta azadiyê ye. Wekî dî rêya azadbûnê, jiyana azad tine. Temsîla mirovên azad dikirin. Mêrên azad, jinên azad temsil dikin. Yekem jin û mêr in k udi rêya Rêber Apo de li Kurdistanê gavên azad avêtin. Divê em vê rastiyê wiha bibînin. Bi vê wesîleyê em careke dî wan bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Sibe:

*Suîkasta Olof Palme û bandora wê ya li 15’ê Tebaxê