Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî îro çû Kerkûkê û hêzên pêşmergayan ên li vê bajarî ziyaret kir.
Li ser gera Berzanî fermandarê pêşmergeyan Şerko Rauf ji ajansa AFP'ê re axivî û van agahî da: "Serokê herêma Kurdistanê hat serdana hêzen peşmergeyan ên li derdora Kerkûkê. Berzanî di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê pêşmerge ji bo biratî û aşitiya li Kerkûkê bixebitin."
Ev demeke alaziyo di navbera hikûmetên Hewler û Bexdayê de berdewam dike û serdana serok Berzanî jî di demekî wisa de pêk hat. Ji aloziya ku ji ber nelihevkirina hatinên petrolê derket re heya niha çareseriyek nehatiye peyda kirin.
Alozî bi avakirina Hêzên Operasyanê yên Dîcle yê dijwartir bû û hîm leşkerên Ereb û hîm jî peşmerge hejmara hêzên xwe yên li derdora Kerkûkê zêdekirin.
Bi taybetî bi hezaran peşmergeyên girêdayî hikûmeta hêrama Kurdistanê li nêzî Tûzxûrmatû hatin bicihkirin. Li gel gelek hevdîtinan di navbera aliyan de hêjî alozî berdewam e.