Aloziya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de her ku diçe kûrtir dibe. Îro ji hikûmeta Malikî parlamenterek îddîa kir ku Kurd, Ereban ji Kerkûkê derdixin. Barzanî jî destnîşan kir ku ewê destûr nedin, ku hikûmeta Malîkî bi tena serê xwe Kerkûkê kontrol bike
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî encamên hevdîtinan a beriya du hefteyan jî red kiribû û gef li herêma Kurdistanê xwar. Herwisa îro jî, parlementerê lîsteya Malîkî Hesen Husenî jî îddîa kir ku Kurd Ereban ji Kerkukê derdixînin.
Lê belê Waliyê Kerkukê Necmeddîn Kerîm van îddîayan red kir. Desteya asayişê ya bajêr jî daxûyaniya parlementer Husenî weke gotinên ji rastiyê dûr binav kir.
LI KERKÛKÊ ROJÊ 2 MÎLYON WARÎL PETROL DERDIKEVE
Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî doh çû Kerkukê bi walî û endamên meclisa bajêr re hevdîtin pêk anî. Berzanî îro jî daxûyanî da û got, Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye, rojê 2 mîlyon û 600 hezar warîl petrol tê hilberîn, lewma ewê destûr nedin, ku hikûmeta Malîkî bi tena serê xwe herêmê kontrol bike.
Barzanî anî ziman ku eger pêwist be ewê ji bo Kerkûkê şer bikin. Li aliyê din, Emerîka jî dixwaze alî li hev bikin û ji Serokkmarê Iraqê Celala Talabanî xwest giraniya xwe bide ser mijarê û aloziyê çareser bike.