Bariş: Xweseriya Şengalê wê pêşî li qirkirinê bigire

Serokê Damezrîner ê Weqfa Çanda Êzidî Bariş destnîşan kir, ku hewldanên paqijkirina etnîkî ya li dijî Êzidiyan dewam dikin û got, "Heta ku Şengal xweser nebe, wê pêşî li qirkirinan neyê girtin."

Serokê Damezrîner ê Weqfa Çanda Êzidî civaknas Azad Bariş, bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya Şengalê ji ANF'ê re axivî.

Bariş bi gotina "Êzidî niha li derveyî cih û warên xwe ne û di nava rewşeke xetere de ye" bal kişand ser mexdûriyeta heyî ya civaka Êzidî û wiha dewam kir: "Ji bo me Êzidiyan, piştî kelamê ya herî girîng û pîroz, ax e. Qutkirina me ji axa me, ji bo me tê wateya mirinê." Bariş got, "Niha li Kurdistana Tirkiyeyê zêdeyî 2 hezar û 500 Êzidî hene û yên li kampên AFAD'ê dimînin jî tên avêtin. Li Kurdistana Iraqê 200 heta 300 hezar Êzidî ya li binê konan dijîn ya jî li avahiyên hê temam nebûne, li înşaetan dijîn. Li Rojava jî bi qasî 10 hezar Êzidî hene. Yên din jî li çar aliyên cîhanê belav bûne û rewşa wan perîşan e."

'DI ŞEXSÊ JINAN DE DIXWAZIN ÇAND Û GELEKÎ TINE BIKIN'

Azad Bariş bibîr xist, ku bi hezaran jinên Êzidî hê di destê DAIŞ'ê de êsîr in û destnîşan kir, ev rewş mirovan gelekî dêşîne. Bariş anî ziman, zêdeyî hezar jinên di destê DAIŞ'ê de hatin rizgarikrin, lê hê jî zêdeyî 5 hezar jin û zarok êsîr in û got, "Em zanin ku ev jin di nava kîjan şert û mercî de li kîjan bazarên koleyan ên şêxên Ereb hatine firotin. Ev êşeke gelekî mezin e. Cihê jinê di nava Êzidiyatiyê de pîroz e. Di nava çanda Êzidî de jin hilberîner û diyarker e. Jin her wiha barhilgirê zanyariyê ye. Bi êsîrgirtina jinê re hem dixwazin pêşî li hilgirtina vê zanyariyê bigirin, hem jî bi temamî civakê bikujin. Ji ber ku, li gorî çanda me heta ku jin hebe, wê Êzidîtî jî hebe. Di şexsê jinan de dixwazin gelekî, çandekê tine bikin. Ev yek êrîşeke bi zanebûn e. Mînakên vê li Yûgoslavya û Rûandayê jî hatin dîtin."

'POLÎTÎKAYA HIŞTINA BÊ ÊZIDÎ DEWAM DIKE'

Bariş destnîşan kir, ku ji fermana 3'ê Tebaxê û vir ve polîtîkaya hiştina bê Êzidiyan a axa Şengalê ji aliyê feraseta Sûnî Selefî ve dewam dike û da zanîn, êrîş bi paqijkirina etnîkî dewam dike. Bariş diyar kir, welatên Ereb, Tirkiye, rejîma Barzanî û hikumeta navendî ya Iraqê ku çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin, berpirsyarê sereke yê vê rewşê ne û anî ziman, tevî ku Şengal ji çeteyan hatiye paqijkirin jî, ji ber êrîşên PDK'ê Êzidî nikarin li cih û warên xwe vegerin.

'PÊWÎSTE WEKE QIRKIRINÊ BÊ QEBÛLKIRIN'

Bariş da xuyakirin, ku ji bo bûyerên li Şengalê qewimîne weke qirkirinê bê qebûlkirin, wan serî li Neteweyên Yekbûyî (NY), Departmana Mafên Mirovan a Qesra Spî û gelek saziyên din ên navneteweyî dane û got, lê belê ji bilî biryarên pêşniyarê heta niha gaveke berbiçav navêtine.

Civaknas Azad Bariş diyar kir, tevî ku sê sal di ser komkujiyê re derbas bûne hê jî NY bi erk û berpirsyariyên xwe ranebûye û bibîr xist, bajarekî ku Êzidî karibin bi rengekî ewle lê bijîn nehatiye avakirin û statuya Şengalê nehatiye qebûlkirin. Bariş da zanîn, piştî sê salan rewşa Êzidiyan hê nebaş bûye û ragihand, hêviya Êzidiyan a ji bo vegere ser cih û warên xwe, ji ber ku hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin, qediya ye. Bariş diyar kir, avakirina yekîneyên parastinê yên Êzidiyan, ku piştî fermanê hatin avakirin, hikumeta navendî ya Iraqê, bi taybetî jî xeta Barzanî aciz kiriye û destnîşan kir, ku daxwaza Êzidiyan a rêvebirina xwe bi xwe, van herdu aliyan gelekî ditirsîne.

'ÇAREYA BI TENÊ ŞENGAL A XWESER E'

Bariş da zanîn, 73 fermanên li Êzidiyan rabûne, birîneke ku hê jî xwîn jê tê û got, yekane rêya kewandina vê birînê, Şengal a xweser e. Bariş destnîşan kir, ku ji bo pêşî li paqijkirina etnîkî were girtin divê bûyerên li Şengalê qewimîne weke qirkirinê bên qebûlkirin, berpirsyar li dadgehên navneteweyî werin darizandin û Şenga bibe xwedî statuya herêmeke xweser. Bariş got, "Di nava yekîtiya siyasî ya Kurdan û parastina navneteweyî de divê Êzidî karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Bi vî rengî wê pêşî li fermaneke din bê girtin. Divê ev gav tavilê bê avêtin. Kî li ber vê gavê rabe, wê bibe berirsyarê paqijkirina etnîkî û qirkirina Êzidiyan."