Balûken: Operasyonên KCK'ê ji bo girtina BDP'ê ne

Balûken: Operasyonên KCK'ê ji bo girtina BDP'ê ne

Wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken da diyarkirin ku, operasyonê di bin navê “KCK”ê de tên kirin bêçaresertiyê kûrtir dike û got, operasyonên KCK’ê operasyonên AKP’ê yên girtina BDP’ê ne.

Wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken li Meclisê têkildarî Hefteya Mafê Mirovan civînek ya çapemeniyê li darxist. Balûken di destpêkê axaftina xwe de behsa Hefteya Mafê Mirovan kir û da diyarkirin ku, binpêkirinên mafê mirovan yên sala 2012’an rewşa Tirkiyeyê ya heyî xistiye berçavan. Balûken got, di salvegera 64’mîn qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan ya NY li Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêde dibin û berdewam dikin. Balûken destnîşan kir ku, di sala 2012’an de tundiya li hemberî jinê ji sedê hezar 400 zêdebûye û di 10 mehên sala 2012’an de 55 jin hatine qetilkirin, 45 jin rastî tundiyê û 6 jin jî hatine tecawîz kirin.

Balûken da zanîn ku, di vê salê de di encama tundiya bê pîvan ya polîsan de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, 34 kes bêdaraz hatine înfazkirin û 58 karker jî di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Balûken di axaftina xwe de opersayonên dawiya vê hefteyê di bin navê “KCK”ê de li Êlih, Mêrdîn û Sêrtê jî pêkanîne û di nav de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî heyî 88 endamên partiyê hatine binçavkirin. Balûken aşkera kir ku, “operasyonên KCK’ê operasyonên AKP’ê yên girtina BDP’ê ne. Operasyonên KCK’ê di her astê de derbeyek sivîle li ser siyaseta demokratîk, rêyên siyaseta demokratîk digirin û di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê kûrtir dikin.” Balûken da zanîn ku, pêwîste deshilatdariya AKP’ê têkildarî pirsgirêka Kurd projeyekî çareseriyê ya zelal dane holê û got, “AKP li aliyekê bendewariyê çêdike, li aliyekî din pêvajoya tunekirinê dide berdewam kirin.”