Hevdîtinên butçeya 2013 li Meclîsê berdewam dike. Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Dr. Îdrîs Baluken got ku polîtîkaya aborî ya ku hukûmet pêk tîne, di nava civakê de tu bersivekê nabîne. Baluken gto: “Rapora dîwana muhesebatê neanîn Meclîsê. Bi vê vê yekê hukûmeta AKP’ê di hevdîtinên butçeyê de gel li derveyê pêvajoyê hişt.”
Hevdîtinên butçeya 2013 ku ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve hate amadekirin berdewam dikin. Di roja yekem a rûniştinên buçteyê yên meclîsê de rêberên partiyan axivîn û di rûniştina piştî wê de jî butçeya saziyên gelemperiyê hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinan de heta niha butçeyên Serokomartiyê, Meclîsa Tirkiyeyê, Dîwana Muhesebatê, Serokatiya Lijneya Bilind a Çavdêriyê ya ya Serokwezaretê, Dadgeha Makeqanûnê, Dadgeha Bilind, Şuraya Dewletê, Serokwezaret, Rawêjkariya Rêxistina Sîxûrî ya Tirk (MÎT) Sekreteriya Ewlekariya Neteweyî hatine qebûlkirin. Di hevdîtinan de hin caran gotûbêjên dijwar çêdibin. Helwesta AKP’ê ya li hemberî îtîrazên li dijî rapora Dîwana Muhesbatê berdewam dike. Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Dr. Îdrîs Baluken vê helwesta hukûmetê û butçeya ji aliyê hukûmetê ve hate amadekirin ji ANF’ê re nirxand.
AKP BI PIRANIYA DENGAN BÊHUQÛQÎ KIRIYE
Baluken bal kişand ku divê beriya hevdîtinên butçeyê Dîwana Muhesbatê derdora 130 raporan ji Meclîsê re rabigihîne û got: “Nehatina raporên dîwana dîwana muhesebatê gumana AKP’ê ya li hemberî çavdêriya gel nîşan dide. “ Baluken destnîşan kir ku veşartina lêçûnan ji gel ne li gorî rêgeza tevkariyê ye û got: “Ev tabloyeke pir metirsîdar e. Ev plansaziya butçeya salekê ye. Divê hesabê bacan bê dayin. AKP’ê di hevdîtinên butçeyê de gel li derveyê pêvajoyê hiştye. Diviyabû me vê pêvajoyê hemû ji raya giştî re rabigihandiba. Gel dê diyar bike ka pêwîstiyên wê yên civakî û aborî têne pêşwazîkirin an na. AKP’ê bi piraniya dengan bêhuqûqî kiriye.”
BUTÇE LI GORÎ KONSEPTA ŞER HAT AMADEKIRIN
Dr. Îdrîs Baluken diyar kir ku gava mirov li naveroka butçeyê dimeyzîne, li Tirkieyya ku bi hejarî, bêkarî û birçîbûnê re rû bi rû ye, di gelek aliyan de tengasiyên civakî hene, mirov dê bibînin butçyeya ji bo van qadan têrê nake û destnîşan kir ku butçe li gorî konsepta şer hatiye amadekirin û got: “Gava em li butçeyê dimeyzînin, em dibînin ku piştî xizîne û maliyeyê, herî zêde butçe ji emniyet, cendirme, MÎT û Serfermandariyê re diçe.” Baluken wiha domand: “Ev yek gumana bi xwe re tîne.”
DI BUTÇEYÊ DE JI BO PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ TU PLANEK TUNE YE
Baluken bal kişand ser butçeya ji bo perwerdeyê hatiye veqetandin û diyar kir ku ji sedî 80’yê butçeyê li lêçûnên personelan diçin û tenê ji sedî 9’ê ji sedî 20’ê maye ji bo veberhênanê (razemenî) tê veqetandin. Baluken destnîşan kir ku di butçeya 2013 de ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî tu plan tune ne û ji bo vê yekê tu tiştek nehatiye veqetandin.”
PIŞTÎ SÛRIYEYÊ LÊÇÛNÊN DIRAVDANIYA BI DIZÎKA ZÊDE BÛ
Baluken got: “Gava em li butçeyên wezaretê dinêrin, em ji polîtîkayên ji bo çareserkirina pirsgirêkên sereke yên welêt zêdetir, em polîtîkayên ewlekariyê dibînin. Di butçeya serokwezaretê de diravdaniya bi dizîka zêde bûye. Ev yek bi konsepta şer a li Sûriyeyê re eleqeder e. Diravdaniya veşartî ya di van 3 mehan de, ya salên ber li pişt xwe hişt. Nayê zanîn bi vê yekê ku fînanse dikin. Lê balkêş e ku ev yek di deme ku pevçûn hene de pêk tê. Ev yek di demek de ku komên çete yên li hemberî destekftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê tên fînansekirin, agahiyek zelal dide me. Ev yek jî nîşan dide ku AKP’ê polîtîkayên şer çêtir dîtiye.
TABLOYA SEROKWEZÎR ÇÊKIR SEXTE YE
Baluken axaftinên Erdogan ên derbarê butçeyê de jî rexne kir û bal kişand ser bazara ku hukûmeta AKP’ê bi gel re dike û diyar kir ku sedemên sereke yên ku hukûmeta AKP’ê ku ji sedî 50’yê dengan werdigire û heta niha pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan çareser nekiriye, ber bi demokrasiyê ve pêngav neavêtiye, pirsgirêkên civakî çareser nake, ev yek e. Baluken got: “Serokwezîr di axaftina xwe ya butçeyê de aliyê xwe yê bazarker da pêş. Dibêje aborî her tim mezin dibe û ew di nava 18 aboriyên mezin de ne. Lê em dikarin bi rehetî bêjin ev tablo sexte ye. Ger îstîhdam hebe, wê demê mezinbûna aboriyê bi wate ye. Ger hilberîn û veberhênan baş be, wê demê ev yek bi wate ye. Lê em dibînin ku rêjeya bêkariya li Tirkiyeyê her roja ku diçe mezintir dibe.”
GEL HEJAR DIBIN, HEJMARA MILYARDERAN ZÊDE DIBE
Baluken bal kişand ser karê taşerontî û girseya bêkariyê û da zanîn ku di serdema desthilatiya hukûmeta AKP’ê de rewşa karker, cotkar û kedkaran xirab bûye û hejmara milyarderan zêde bûye. Baluken bi bîr xist ku hejmara milyarderên Tirkiyeyê 7 bûn, niha bûne 37 û got ku ev yek di encama polîtîkayên hukûmeta AKP’ê ya li hemberî sermayeya biyanî û pereyê germ û biryarên di warê polîtîkayên derve de tên girtin de bi bandor dibe.