Aykan Sever: Dibe ku li dijî Îranê şer destpê bike

Aykan Sever ragihand ku divê şer û pevçûnên li cîhanê di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn werin nirxandin û bal kişand ser girîngiya nirxandineke giştî ya têkildarî vê pêvajoyê.

Tevî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filîstînê dewam dikin, Îrana ku piştevaniya Filistînê dike di hedefa Îsraîlê de ye û hin caran di navbera wan de pevçûn jî rû didin. Girêdayî van pevçûnan di 1’ê Nîsanê de di êrîşa hewayî ya li dijî avahiya sefaretxaneya Îranê ya li Şamê de  li gel du generalên ji Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê bi tevahî 7 kes hatibûn kuştin. Piştî êrîşa li dijî sefaretxaneyê Îranê ragihand ku ew ê bersivê bide û di şeva 13’yê Nîsanê de bersiv da. Îranê wê şevê bi gelek Fuze û ÎHA'yan êrîşî Îsraîlê kir. Artêşa Îsraîlê piştî êrîşê ragihand ku  di vê êrîşê de zêdetirî 300 obje hatine bikaranîn û da zanîn ku wan ji sedî 99’ê van bê bandor kiriye.

Ev pevçûn li gel êrîşa li dijî avahiya ku serokê Hamasê Haniye lê dima xwe gihan merheleyeke din. Îran dubare dibêje ku ew ê dîsa bersivê bide lê belê tê mereqkirin ku wê ev êrîş veguherin şerekî yan na. Ger veguhere wê tesîreke çawa li Rojhilata Navîn bike û girêdayî van yekan wê rola DYE’yê çawa be. Rojnamevan Aykan Sever têkildarî van xalan ji ANF’ê re axivî.

Aykan Sever ragihand ku divê şer û pevçûnên li cîhanê di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn werin nirxandin û bal kişand ku divê têkildarî vê pêvajoyê tabloya giştî neyê paşguhkirin.

HEVRIKÊN KAPÎTALÎZMÊ YÊN NÛ

Sever da zanîn ku kapîtalîzmê di nava xwe de hevrikên nû ava kirine û got: ‘’ Bo nimûne Îran yek ji van e ku Tirkiye jî di nav van de ye. Her wiha Hindistan jî.  Beriya niha bo mînak di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de blokên diyar hebûn û bi hev re tevdigeriyan.  Lê belê îro rewş ne wisa ye. Ger em têkildarî mijarê mînakeke bidin; her çend li aliyekî NATO hebe jî yekbûneyeke NATO’yê tune ye.

Her wiha tifaqeke ku  Çîn û Rûsya jî di nav de ne heye lê belê ew jî ne tifaqeke mayînde ye. Dibe ku di pêşerojê de ji hev dûr bikevin. Ev yek ji bo Hindistanê jî derbasdar e. Têkildarî vê yekê ev hêzên sereke di çarçoveya xeyên enerjî û xetên qedandina sermayeyê de cihaneke nû disewirînin.  Helbet nirxên nû jî tînin ziman.  Yanî bi awayekî giştî hem di warê jeostratejîk û hem jî di warê nirxan de şikleke nû li cihanê dikin.  Li vir hevrikên cuda şer dikin. Helbet Emerîka jî cihên ku hegemonyayê zirar dîtî, sererast dike.’’

Rojnamevan Sever da zanîn ku Rojhilata Navîn jî  fokûsa vê tabloyê ye û têkildarî geşedanên dawî ev yek anîn ziman:

‘’Beriya niha jî Rojhilata Navîn jî di nava vê tabloyê de ye.  Her wiha niha jî.  Dibe ku li dijî Îranê şer dest pê bike. Ger em li rewşa niha dinêrin em dibînin ku ger Trump ji serokatiyê were hilbijartin, bi awayekî eşkere piştevaniya rêveberiya Netanyahu dike. Girêdayî van yekan dibe ku li dijî Îranê jî şerekî bidin destpêkirin. Çimkî di serdema Trump de jî Îran pisgirêka sereke bû û bi taybetî jî ji ber Îsraîlê pirsgirêka sereke bû. Tew Çîn di pozîsyona duyem de bû. Hemû gavan daxwazên Îsraîlê, parastin û polîtîkayên wê di pozîsyona yekem de bû. Girêdayî vê yekê bendewariyên aborî û stratejîk hene.  her wiha dibe ku di rêveberiya Trump de li dijî Îranê şerek were destpêkirin. Lê belê encamên hilbijartinên DYE’yê hê nediyar in.

Weke xuya dike jixwe rêveberiya Netanyahu ji destpêkê heya niha dixwaze bi Îranê re şer bike. A rastî Netanyahu şerekî ku DYE jî rasterast tevlî bibe, dixwaze. Her wiha Îsraîl û DYE daxwaza guherîna rêveberiya Îranê dikin.’’

‘PÊŞEROJA ÎSRAÎLÊ JÎ DI TALÛKEYÊ DE YE’

Sever destnîşan kir ku Îran xwe ji tiştekî wiha dûr dixe û got: ‘’ Îran bi hêzên wekîl bersivê dide. Netanyahu dizane ku aliyê din lawaz e û naxwaze mijarê mezintir bike. Helbet gava kêr giha hestî wê ew jî her tiştê ku ji destê wan tê, bikin.  Lê belê rêveberiya Îranê ya heyî rîskeke bi wî rengî nade ber çavan. Ji aliyê xwe ve mafdar in ku naxwazin desthilatdariya xwe winda bikin û dizanin ku di encama tiştekî bi vî rengî de wê dawiya wan nebaş be.

Heman rewş ji bo Netanyahu jî derbasdar e. Her wiha em dikarin bibêjin ku Îsraîl bi awayekî topyekûn tevnagere, welatiyên wê xwe nebaş hîs dikin, protesto tên kirin û li dijî çûna leşkeriyê derdikevin. Tê texmînkirin ku ji milyonekî zêdetir welatî ji Îsraîlê çûne. Bo nimûne herêmên li ser sînorê Lubnanê bi temamî hatine valakirin.  Îsraîl bi xwe jî ne rehet e. Ji ber vê yekê Netanyahu û hevkarên wî vê qumarê mezintir dikin.  Yanî pêşeroja Îsraîlê jî di talûkeyê de ye. Helbet li gorî welatên herêmê Îsraîlê zêdetir derfet û çek hene lê belê ev yek wê bi têrê bike ku Îsraîl pêşeroja xwe rizgar bike?’’