Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku ji dewleta Tirk ji bo diyalog û muzakereyan tu daxwazek nehatiye. Aydar bal kişand ser nameya ji Parlementoya Ewropayê re derbarê îdam û muzakerayan de hatibû şandin. Aydar ji bo helwesta hukûmeta AKP’ê jî got: “Ne li muxatab, belê li tasfiyeyê digere.”
Li hemberî hemû zextên dewleta Tirk Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar li Parlementoya Ewropayê tevlî 9’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî bû û peyam da ku aliyê Kurdan ji bo muzakereyan amade ye. Aydar ji ANF’ê re axivî û bersiv dan pirsên Maxime Azadî.
JI TIRKIYEYÊ JI BO MUZAKEREYÊ TU SÎNYAL NEHATIYE
Aydar diyar kir ku heta niha ji bo muzakereyan ji bo wan ji dewleta Tirkiyeyê tu daxwazek nehatiye û got: “Ev prensîbeke. Li vir muxatabê me Tirkiye ye, Yekitiya Ewropa ye, raya giştî ya cîhanê ye, aliyên çareseriykê dixwazin û aşitîxwaz in. Em li vir helwesta aliyê Kurdan nîşan didin. Em dibêjin ku aliyê Kurd ji muzakereyên cidî, jidil re amade ye. Berê jî amade bû. Yên ku hevdîtinên berê xetimandin û qut kirin ne aliyê Kurdan bû.”
Aydar da zanîn ku heta niha ji bo muzakereyan ji Tirkiyeyê tu sînyalek nehatiye û got: “Aliyê din jixwe salek e hevdîtinan qut kiriye. Niha tu hevdîtin û pêvajoya muzakerayn tune ye.”
AGIRBEST DI ROJEVA RÊXISTINÊ DE NÎNE
Aydar bal kişand ser nîqaşên derbarê agirbestê de û got: “Îro tu daxwazek wiha tune ye” û bi bîr xist ku jixwe ev salek û nîv e hevdîtin qut bûne. Aydar got: “Di vê demê de bi rêya hin kanalan hewl dane ku agirbest bên îlankirin. Tevgera me jî abirbestek ku tu bersiveke siyasî negire cidî negirtiye. Di rojeva rêxistinê de tu agirbest an jî tu bêçalaktiyên ku xizmeta çareseriyê nekin tune ye.”
GER HEVDÎTIN HEBE DIVÊ BI RÊXISTINÊ RE PARVE BIKIN
Aydar bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP’ê ku dibêjin dibe li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin çêbibin û got: “Helbet hevdîtin dikarin di çarçoveya ku Serokê me diyar kiriye de pêk bên, em jî dixwazin ku diyalog berdewam bikin. Lê ji bo ku ev hevdîtin encamê bigirin divê bi rêxistinê re bên parvekirin.”
DIVÊ TÊKILIYA OCALAN BI DERVE RE HEBE
Aydar diyar kir ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd sermuzakerevan e û got ku muxatab û rayedar jî Ocalan e. Aydar got: “Divê beriya her tiştê sermuzakerevan bikare bi rehetî bi rêxistina xwe û piştre jî bi raya giştî û aliyê peywendîdar re hevdîtinê pêk bîne. Jixwe Serok Apo di dema protokolan de jî gotibû ‘Ez di van şertan de nikarim zêdetir bikim’” û wiha domand: “Ger têkiliya Serok Apo bi rêxistin, gerîla, gel, raya giştî û rewşenbîran re tune be, bi awayeke fiîlî nikare zêdetir bike.”
TIRKIYEYÊ BI NAMEYA JI PE’YÊ RE ŞAND CIDIYETA XWE WINDA KIR
Aydar bersiv da pirsa derbarê nameya ku balyozên Tirk ên Brukselê ji Parlementoya Ewropayê re şandin û têde Aydar û Hevserokê Giştî yê PYD’ê weke “terorîst bi nav kir û got: “Haya me jî ji nameya ji serokatiya PE’yê re hate şandin çêbû. Min nameyê nedît. Lê jixwe her sal nerehetiya xwe ya li hemberî konferansên bi vî rengî tînin ziman. Îsal jî min û Salih Muslim bi terorîstiyê tawanbar kirin û gotin ‘vana nedin axaftin’. Di konfernasê de tu bangek ji bo şer nehate kirin. Li wir çareserî û aşitî hate gotûbjêkirin.” Aydar diyar kir encamname û nîqaşên konferansê bi temamî banga aşitiyê dikirin. Aydar bi bîr xist ku Salih Muslimê ku tu têkiliya wî bi Tirkiyeyê re tune ye û ne tevlî têkoşîna çekdarî bûye, ne tu kesî kuştiye û ne jî çalakiyek tundraw pêk aniye û diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê li hemberî Kurdan destekê dide komên nêzîkê el Qaîdeyê.”
Aydar ji bo xwe jî got: “Ez jî her tim di jiyana xwe de ji bo mafê mirovan têkoşiyame, min di nava tevgera siyasî ya Kurdan de cih girt, di qada siyasî de, di nava partiya siyasî de, di azaiyan de û meclîsê de têkoşîn meşandiye. Tu kesek daxwazên wan qebûl nake. Parlementoyê vê daxwazê ciddî negirt.” Aydar bal kişand ku PE’yê û koordînatoriya konferansê guh nedan vê daxwaza xeyrîcidî ya dewleta Tirk û got ev yek girîng bû û got: “Bang li aliyê Kurdan kirin û gotin helwesta xwe ya ji bo aşitiyê aşkere bikin.”
Aydar xwest ku ev nêzîkatiya “terorîst” û “terorê” ya li hemberî Kurdan tê meşandin, ji holê were rakirin. Her wiha xwest ku ev helwesta PE’yê ya li hemberî Kurdan bi awayeke huqûqî berdewam bike.
NE LI MUXATAB, BELÊ LI TASFIYEYÊ DIGERIN
Aydar ji bo helwesta hukûmeta AKP’ê jî got: “Ne li muxatab, belê li tasfiyeyê digere. Jixwe bi vê perspektîfa ewlekariyê û êrîşkariyê bi temamî dixwaze tevgerê tasfiye bike. Wana modela Srî Lanka û Tamîlan anî rojevê. Sala par herî zêde rayedarên hukûmetê û aliyê nêzî hukûmetê vê modelê anîn rojevê.” Aydar got: “Rayedarên hukûmetê carna dibêjin ‘ger pêwîst be em ê bi her kesê re hevdîtin pêk bînin’. Baş e, neta niha ma ne pêwîst bû? Ev qas mirov dimirin. Hîna jî hûn dibêjin ger pêwîst be? ‘ger pêwîst be’ çi ye?”
Aydar pirsa “Gelo di dema agirbestên berê de vê tevgerê tenê guleyek jî teqand?” pirsî û got: “Li gorî ku soz dabû hemû çalakiyên xwe rawestand, lê hûn ranewestiyan. Ev yek bî vî rengî nabe.”
JI BO MUZAKERAYN ZÊDEKIRINA ŞERTÊN PÊBAWERIYÊ DIVÊ
Aydar bal kişand ser pêbaweriya di navbera her du aliyan de û got: “Jixwe li holê şerek heye. Şerê bi salan pêbaweriya çi ye. Ger ev qas mirin û xwîn hebe. Lê ev yek heye. Aşitî bi dijminan re tê kirin. ger tu bêjî ‘Ev dijminê min e û ez bi dijminê xwe re aşitiyê nakim’ ev yek qet nabe. Ji bo vê yekê çi divê? Zêdekirina pêngavên pêbawer divê. Divê zimanê êrîşkar û propagandaya psîkolojîk bi dawî bibin. Divê her du alî bi hev re êrîşan rawestînin.” Aydar diyar kir ku ger şert û merc pêk bên, aşitî jî dikare pêk bê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku divê baş bizanin ku ew êdî nikarin gelê Kurd bixapînin û got: “Ew nikarin bi polîtîkayên ewlekariyê û operasyonên leşkerî me biqedînin.” Aydar diyar kir ku tu kesek tu qezencek ji van polîtîkayan nagire.”
Aydar herî daw ji bo sala 2013’ê ev peyam da: “Em di meha berfanbarê de ne. Sala 2012 ji bo me bû sala têkoşînê. Bi rastî jî salek a têkoşîna dijwar bû. Di vê salê de ji her du aliyan windahî çêbûn. Me di vê salê de gelek heval û mirovên xwe yên hêja di vê salê de şehîd dan. Bi nirxandineke kurt em dikarin vê bêjin: Di sala 2012 de Tevgera Azadiyê destkeftî û serkeftinên zêde bi dest xist. Sala 2013’ê jî ji têkoşînê re amade ye. Hêviya me ew e ku aliyê din jî dest vê riga xwe ya bê wate ya ku zianê dide berde, divê sala 2013 ji bo welatê me, gelên me û herêma me bibe sala aşitiyê. Aliyê Kurdan helwesta xwe ya di vî warî de aşkere kiriye. Li gorî hemû pêşbîniyan xwe bi cih dike. Bi vê wesîleyê ez bi hêviya bibe sala aşitî û azadiyê sala 2013’ê pîroz dikim.”