Awûstûrya xelat da Asli Erdogan

Ji Desteya Şêwiriyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku hate dîtin.

Ji Desteya Şêwiriyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan ku di çarçoveya operasyona rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû girtin û bi “qedexkirina derveyî welêt” hatibû berdan,  hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku ya 2016’an hate dîtin.

Di daxuyaniya Juriyê de hat ragihandin ku “ji ber tevkariya mezin bi pêşxistin û parastina mafên mirovan a navneteweyî kiriye” bi yekgirtina denga ve Erdogan hêjayî xelatê hatiye dîtin. Juriyê xebatên Erdogan ên ku bêedaletî kirine mijar lêkola, bi bîr xist ku nivîskar ji ber nivîsên xwe yên quncikê û endamtiya Desteya Şêwiriyê ya Ozgur Gundemê hatiye darizandin û got, “Ev xelata ku layiqî Erdogan hatiye dîtin, li dijî sînordarkirinên mezin ên li ser mafên mirovan sembolek e.”

Tê payin ku xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisku bi merasîmekê Gulan an jî Hezîranê bê dayîn.