Andok: Divê civaka Tirkiyeyê ji Tirkbûna heyî rizgar bibe

Andok: Civakeke din a ku tê qirkirin civaka Tirkiyeyê ye. Laz, Çerkez, Rûm, Ermenî, Kurd bi her awayî bûn armanca qirkirinê."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebatê Andok bersiv da pirsên Esra Mîkyaz a ji qenala Medya Haberê û got, "Pêwîstî pê heye ku civaka Tirkiyeyê xwe ispat bike ku gelekî dikare bi Kurdan re bijî. Em nabêjin ku faşîzmê civak tev daye ber xwe. Gelek mirov hene ku li dijî vê şer dikin û di nava refên têkoşînê de şehîd bûne."

Andok bi bîr xist ku sedsala 19'an Kurd xwedî statuyekê bûn û got, "Kurdan xwe bi rê ve dibirin... Sedsala 20'an polîtîkaya bêqîmetkirinê û tinekirinê li ser Kurdan hate ferzkirin. Piştî ku polîtîkaya Tirkkirinê li ser wan hate ferzkirin."

Andok diyar kir ku dijminê wan dijminekî welê ye ku êrîşî şehîdan, şehîdgehan jî dike û got, "Gurê herî birçî jî êrîşî hestiyê mirî nake. Em di demeke wiha de ne, lê belê mîna ku jiyaneke asayî heye, jiyan didome. Pêwendiya vê jî bi polîtîkayên qirkirinê heye. Ya ku vê dike dewleta Tirk e, mêtingerî û faşîzm e. Vê yekê niha li Kurdan dike. Gelo dewleteke xwedî vî mejî, wê karibe rast nêzî civaka xwe bibe? Vê zîhniyetê ev gel qir kir."

Andok got, divê civaka Tirkiyeyê li rewşa xwe bipirse û wiha dewam kir: "Pêwîste gelê Tirkiyeyê vê pirsê ji xwe bike; 'zîhniyeteke ku bê rehm nêzî xelkê dibe, ji bo koka wan ji holê rake polîtîkayê diafirîne, gelo ji bo min rêbazeke çawa dîtiye? Gelo civaka Tirkiyeyê jî nehatibe qirkirin? Bi dîtina min, civakeke hatiye qirkirin civaka Tirk e. Laz, Çerkez, Rûm, Ermenî, Kurd bi her awayî bûn armanca qirkirinê. Lê heman polîtîkaya qirkirinê li ser civaka Tirkiyeyê jî hate ferzkirin, tê ferzkirin. Rewşa heyî ya civaka Tirkiyeyê radixe pêş çavan bê bi çi rengî hatiye qirkirin. Ji ber ku civakeke nabe bi vî rengî be. Em ji felsefe, zanistî û olan vê yekê zanin. Gelo nayê gotin ku cewhera hemû mirovan û civakê wekhev e û azadîparêz e?"

Andok destnîşan kir ku bomberdûmaneke giran a faşîzan li ser civaka Tirk heye û got, "Êrîşên niha li Efrînê tê kirin, ji vê rastiyê cesaretê digire. Ji ber vê yekê civak lê temaşe dike. Em nabêjin temamiya civaka Tirk wiha ye, lê belê civaka Tirk divê xwe ji faşîzma heyî rizgar bike."