NÛ BÛ- Aldar Xelîl: Em soza rizgarkirina Efrînê didin

Ji Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ê di mîtînga li Dusseldorfê ya bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wan hate lidarxistin de axivî got: “Em soz didin ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.”

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi sirûda “Ji Ocalan re azadî” û “Ji bo Efrîn û Kurdistan aştî” hate lidarxistin. Di mîtînga bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ re destpê kir de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne li gel wêneyên girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Luqman Mûradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin û alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin.

Di mîtîngê de ciwan û jinên ku bi cil û bergên kes, sor û zer ên netewî ya Kurd li xwekiribûn bal kişand. Di mîtîngê de rejîma Îranê û dewleta Tirk hate protestokirin. Bê navber li qada mîtîngê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî Berxwedana Efînê”, “Şehîd Namirin”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin û di kesayeta Atakan Mahîr û Zekî Şengalî hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

 ‘GEL LI BER WAN STÛ XWAR NAKE’

Piştî rêzgirtinê û şûnde di mîtîngê de li ser navê Platforma Efrînê hevserokên KCDK-E Yuksel Koç û Fatoş Goksungur, dîsa berpiryarê Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Mahmûd Dawûd û ji Meclîsa Êzidiyên Şengalê (MŞD) Fikret Îgrek jî axivîn. Di axaftinên hatin kirin de nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirina 25’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li ser fermana Erdoganh a ku wê li bajarê Dînslakenê bihata kirin hate dayîn û hate gotin ku ev biryar carekî din têkiliyên qirêj ên dewleta Tirk-Elman nîşan da.

Di axaftinan de hate nîşandan ku gelê Kurd li hember van zextan wê stûyê xwe xwar neke û got: “Dîktator wê li pêşberî serketina Kurdan nebe asteng”. Her wiha di axaftinan de nerazîbûn nîşanî polîsên Elman ên ku rê nedan alên YPG/YPJ’ê û posterên Ocalan bikevin qadê da û got: “Em weke gelê Kurd tiştekî wiha napejirînin. Rêberê Gelê Kurd ev 20 sal in di nava tecrîdê de li ber xwe dide, em ê ramanê Rêber Apo esas bigirin û wiha li hemberî zextan li ber xwe bidin û van zextan jî nas nakin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan ne bê xwedî ye, ew navê aştî û azadiyê ye.”

 ‘AZADIYA OCALAN ÊDÎ PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ YE’

Her wiha di dewama mîtîngê de li ser navê Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek hate dayîn û ev tişt hate gotin: “Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya îsal ku diyarî Rêbertiyê hatiye kirin, carekî din da nîşandan ku wê têkoşîn bidome û xwedîderketina li Rêbertiyê erkekî jêneveger û dîrokî ye. Li ser vî bingehî divê di serî de jin hemû gelê me ji bo azadiya Rêbertiyê bibe seferber. Azadiya Rêber Apo êdî pirsgirêka mirovahiyê ye. Bi vê boneyê bang li jinan, ciwanan û hemû kedkaran dikin ku têkoşînê bilind bikin.”

LI ROJAVA ŞER HÊ JÎ DOM DIKE

Piştî daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê û şûnde ji Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî axivî û diyar kir ku ji gelê Rojava şervanên YPG/YPJ’ê silav aniye û wiha got: “Beriya bi 7 salan şoreşeke ku li ti deverên cîhanê pêk nehatî li Rojava pêk hat. Ti kesê hêvî nedikir ku wê di demeke wiha de şoreşek pêk were. Şoreşa Rojava li ser felsefeya Rêber Apo û mîrateya Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a 40 salî pêk hat. Lê hê jî li Rojava şer dom dike. Hêzên desthilat ên dijminê mirovahiyê êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd dewam dikin.

Êrîşên li ser Efrînê armanc hilweşandina Şoreşa Rojava ye. Bi hezaran welatî û şervanên YPG&YPJ’ê li Efrînê li ber xwe didin. Dagirkirina Efrînê nayê wateya şikandina Şoreşa Rojava. Em ê Efrînê azad bikin. Hemû Kurdistaniyên li kû dibin bila bibin dildarên Efrînê ne. Em jî soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.Mîtîng bi helbestan ve dewam dike.

KESÊN AŞTIYÊ DIPARÊZIN TÊN CEZAKIRIN

Di dewama mîtîngê de Parlemeterên HDP’ê Ayhan Bîlgen û Feleknas Ûca jî axivîn.

Bîlgen bibîr xist ku duh ji aliyê dageha Tirk ve ji bo Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlemeterê berê yê HDP’ê Sirri Surreya Onder cezayê girtîgehê hate birîn û got: “Yên ku beriya 5 salan îdîaya çareserkirina pirgirêka Kurd dikiri îro yên dibêjin aştî digirin. Cezakirina kesên aştiyê dixwazin rewşa Tirkiye ya têde dide nîşandan. Qedexekirina meş, civî û mîtîngan a li Tirkiyeyê tiştekî ku her kes pêzane ye, niha Ewropa jî ketiye heman rewşê. Qedexekirina Festîvala Kurd a ji aliyê Elmanyayê ve nayê pejirandin. “

Bîlgen bal kişand ser tecîrda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiye bi xwe pêvajoya darbeyê da destpêkirin.”

'DEWLETA TIRK-ELMAN BI ZEXTAN NIKARE GELÊ KURD JI TEVGERA AZADIYÊ DÛR BIXE'

Feleknasa Ûca jî wihagot: “Dewleta Tirk û Elman nikarin vîna gelê Kurd bişkînin. Zext û êrîşên dewleta Tirk-Elman wê nikare gelê Kurd ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixe. Hemû cîhanê dît ku berxwedana Şengal, Efrîn, Kobanê, Cizîr û Sûrê nayê şikandin. Êdî divê Ocalan bê azadkirin. Her kes bila baş bizane çareserî Ocalan bi xwe ye.”

Piştî axaftinên li ser navê Partiya Çep a Elman, Komîteya Amadekar, Keskan, SPD û MLKD’ê hate kirin û şûnde sînevîzyona ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Zekî Şengalî, Mehmet Tûnç û şehîdên Kurdistanê pêk tê mîtîng dewam kir.

Mîtîng bi muzîkên Koma Dengê Mezopotamya, Ozan Mizgîn, Diyar û Xanemîr ve bi dawî bû.