Mîtînga li Dusseldorfê bi coş dest pê kir

Mîtînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Dusseldorfê bi coş dest pê kir. Girseyê nerazîbûn nîşanî provokasyonên polîsên Elmanyayê dan.

Piştî ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 26’emîn a li bajarê Dînslakena Elmanyayê hate qedexekirin, bi beşdariya bi hezaran kesan li Dusseldorfê mîtîng hate lidarxistin.

Bi deh hezaran kesên ji bajarên cihên yên Ewrûpayê tevlî mîtîngê bûn. Mîtîng ji aliyê Platforma Efrînê hate organîzekirin a ku di bin banê wê de 93 sazî û rêxistinên cihê hene. Di mîtîngê de alayên YPG, YPJ’ê û posterên şervanan hatin hilgirtin ên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdan da jiyana xwe ji dest dane.

POLÎSÊN ELMANYAYÊ LI PEY PROVOKASYONÊ NE

Di mîtîngê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê hate berzkirin. Polîsên Elmanyayê bi hinceta ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe ye, xwestin posteran desteser bikin û ciwanekî destgîr bikin. Girseyê nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Piştî nerazîbûnê komîteya amadekar a mîtîngê diyar kir ku polîsan lêborîna xwe xwestine. Komîteya amadekar a mîtîngê diyar kir ku bila girse li hemberî provokasyonan hişyar be.

Mîtîng a niha bi coş didome.