AKP û Erdogan li San Francîsco hatin şermezarkirin

Li San Francîsco, komkujiya li Pirsûsê û êrîşên li hemberî qadên gerîla yên dewleta Tirk, hatin şermezarkirin.

Li bajarê San Francîsco yê Kalîforniyayê, Kurd, Amerîkiyên anarşîst û komên çep, komkujiya li Pirsûsê û bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Girseya gel li navenda bajêr meşiya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew piştgiriyê didin YPG/YPJ'ê yên ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser desteka Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê û bomberdûman dewleta Tirk a li hemberî qadên gerîla hat şermezarkirin.