Şêwirmendê Trûmp bi rayedarê Tirk re rûnişt

Şêwirmendekî Serokê DYA Donald Trûmp dawiya vê hefteyê serdana Tirkiyeyê kir û bi rayedarê hikumetê re rûnişt.

Qesra Spî li ser mijarê daxuyaniyekek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Trûmp H.R. McMaster 10 û 11'ê Sibatê serdana Stenbolê kir û bi şêwirmend û berdevkê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Îbrahîm Kalin re rûnişt.

Li gorî Qesra Spî di hevdîtinê de işaret bi "hevkariya stratejî a her du aliyan" hate kirin û "mijarên sereke û fikarên her du welatan" hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku McMaster û Kalin pirsgirêkê ku bandorê li têkiliyên her du aliyan dikin nirxandine û hate gotin, ku "rêyên berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî terorîzma bi her awayî" hatine nirxandin.

Tê texmînkirin ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê mijara sereke ya nîqaşê bû.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson jî roja Duşemê bi Misrê dest bi tûra xwe ya Rojhilata Navîn kir û tê payin ku weke rawestgeha dawî ya vê gera xwe, serdana Tirkiyeyê bike. Tê gotin, Wezîrê Parastinê yê DYA James Mattîs jî wê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Nûrettîn Canîklî re li Brukselê rûnê.