Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di pirsgirêka Kurd de asê maye

Ev dem wê bibe mîna têkoşîna man û nemanê. Bêguman, Kurd wê di îrade û têkoşîna jiyana azad de bi israr bin. Dibe ku ew berdêlan bidin, lê ew ê bigihîjin jiyana azad û demokratîk.

Şerê li Rojhilata Navîn her diçe bêhtir weke şerê di navbera Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û hêzên mêhtinger de teşe digire. Jixwe, li Tirkiyeyê ev bi awayekî gelekî eşkere tê kirin. Kurd van salên dawî ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûrî, Iraq û Îranê jî bûn hêz. Li cem civaka Kurd pêngaveke girîng a bîreweriyê hat avêtin. Elaqedarî vê, di warê îdeolojîk, siyasî û eskerî de gihiştin hêzeke gelekî mezin. Beramberî vê rewşê, hêzên mêhtinger ên ku dev ji zêhniyeta netewe dewetê bernedane û dixwazin qirra Kurdan bînin, dest bi êrişê kir. Hîna beriya 3 rojan Îranê 3 ciwanên Kurd darvekirin û bi mûşekan li dijî siyasetvanên Kurd hewldaneke suîkastê kir; rejîma heyî ya Sûriyê li Qamişloyê arîşe derxist û şer kir, ev delîlên eşkere ne ji bo vê helwêstê. Beriya bi 25 rojan li Şengalê êrişî rêberekî Êzîdî kirin û ev jî nîşan dide ku di dema li pêşiya me de şerekî dijwartir wê di navbera Kurdan û hêzên mêhtinger de rû bide.

Tevî ku Idlîb derdikeve pêş, pirsgirêka esas a ku wê siberoja Sûriyeyê diyar bike, ew e ka rewşa Kurdan wê çi be. Beriya ku statuya Bakurê Sûriyeyê û ka çawa Sûrî wê bê demokratîkkirin, ne mumkin e ku li Sûriyeyê jiyaneke bi îstîqrar bê misogerkirin. Ji bo vê jî çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk divê pêk bê. Ev jî bi qebûlkirina nasname, çand, perwerdeya bi zimanê dayikê û xwerêveberiya Kurdan diçe serî. Lê desthilata heyî ji bo vê ne amade ye, hîna jî di sîstemeke navendperest û otorîter de bi israr e. Bi helwêsta xwe ya naskirina hin mafên bi sînor ên çandî, di çaresernekirinê de israr dike.

Li Iraqê hîna pirsgirêka Kerkûk û deverên li ser wan li hev nehatiye kirin, hîna nehatiya çareserkirin. Li şûna ku îrade û xwerêveberiya xelkê Kerkûkê qebûl bikin, ya ku pêş dibînin Kerkûke di bin serwerî û desthilata rêveberiya navendî de ye. Li Iraqê destketiyeke diyar a Kurdan heye. Lê belê heta ku Iraq demokratîk nebe ti garantî û misogeriya van destketiyan nîne. Ji ber ku ev ne ew destketî ne ku bi demokratîkbûna Iraqê bi dest hatine anîn. Lewma jî, li dijî van destketiyan her kêlî û wext tehlûke heye. Jixwe, ji holê rakirina rêveberiya Kurd a li Kerkûkê îfadekirina vê rewşê ye. Li şûna ku destketiyan li ser esasê demokratîkbûnê misoger bikin, bi zena ku bi referandûma serxwebûnê wê destketiyan bînin, li gelek deveran hebûna siyasî ya Kurdan berepaş çûye.

Sedema herî sereke ku destketiyên Kurdan dixe tehlûkeyê jî, nebûna yekîtiya di nava Kurdan de û helwêsta hin hêzên siyasî ye ku dixwazin destketiyên xwe bi xwespartina mêhtingeran biparêzin. Li Başûr têkiliyên ku li ser dijberiya TC û PKK´ê hatine danîn, îfadeya vê ya herî darîçav e. Bi helwêsta şaş a beramberî dewleta Tirk di encamê de ne ku tenê hebûna eskerî ya Tirk zêde bûye, li Başûr sîxuriya ji MÎT´ê re bûye tişteke normal. Nîşana vê jî ew e ku tevî MÎT´ê li dijî PKK´ê hewla komplo û suîkastan tê dayîn. Dewleta Tirk serê pêşî li devera Behdînanê sîxurkirin bi pêş dixist, niha vê li Herêma Soran jî û ber bi Qendîlê ve dixwazin belav bikin. Gava ku dewleta Tirk zemînekî wiha yê hevkarî û sîxuriyê peyde dike, dibe xwedî helwêsteke êrişkartir beramberî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd. Yek ji sedemên girîng ên zexta dijwar a li dijî HDP û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê jî ev e.

Tirkiye jixwe ne tenê li Bakur, li Başûr, li Rojava, li Rojhilat û li her deverî jî pêşeng e di dijminatiya li dijî Kurdan de. Desthilata AKP´ê û Tayyip Erdogan koordînatoriya vê dijminatiya li hemberî Kurdan dikin. Dibêjin, gava diçe Îranê di hevdîtinên dualî de li ser wê tê peyivîn ka wê li dijî Kurdan çawa hevpar tevbigerin. Çi qasî rewş ev e, bi temamî ne diyar e. Lê belê piştî hevdîtina li Tehranê, Îranê ciwanên Kurd bi dar ve kirin, bi mûşekan êriş birin ser siyasetvanên Kurd, ev jî dibe sedema nirxandinên bi vî rengî. Îranê ev êriş bêyî Tirkiyeyê kiribin jî, ev îşaret bi dijminatiyeke Kurd a li hemberî Kurdan dike. Weke Tirkiyeyê dixwaze daxwazên azadiyê yên Kurdan bi îdaman, zext û zilmê bitepisîne. Bi vî awayî, di warê zêhniyetê de di nevbera wê û Tirkiyeyê de ferqeke mezin xuya nake. Îran peyvên Kurd û Kurdistanê red neke jî, siyaset û pêkanînên wê dibin rengekî din ê înkarê.

Ev rastî hemû, ferz dikin ku Kurd di şert û mercên Şerê Cihanê yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn de gelekî hestiyar bin. Kurd bi tenê heger xwe li ber zehmetiyan bigirin û berdêlan bidin dikarin bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Lewma, ev dem wê bibe mîna têkoşîna man û nemanê. Bêguman, Kurd wê di îrade û têkoşîna jiyana azad de bi israr bin. Dibe ku ew berdêlan bidin, lê ew ê bigihîjin jiyana azad û demokratîk.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA