Şaredarên Swêdê: HDP ne bi tenê ye

Şaredar û rêveberên Swêdê diyar kirin ku Erdogan Tirkiye kiriye welatekî dîktator û peyama piştgiriya bi HDP’ê re da.

Şaredarê Orebroyê Kenneth Nîlsson, Gerînendeyê Şaxa Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg û Gerînendeyê Şaxa Şaredariya Ûppsalayê Mohamed Hassan pêşveçûnên beriya hilbijartina di 31’ê Adarê de yên li Tirkiye û Kurdistanê ji ANF’ê re nirxandin.

‘DIVÊ ŞERTÊN WEKHEV WERIN AVAKIRIN’

Kenneth Nîlson diyar kir ku divê li Tirkiye û Kurdistanê ji bo siyasetmedaran şertên wekhev werin avakirin û got ku “Ji ber girtina endam û rêveberên HDP’ê divê civaka navneteweyî nerazîbûnê nîşan bide û hemû siyasetmedar divê di şertên wekhev de karibin xebatên xwe bidomînin. Heke şertên partiyên ku tevlî hilbijartinê dibin ne wekî hev bin, mirov nikare qala hilbijartinên demokratîk bike. Li welatên demokratîk nabe ku siyasetmedar ji ber fikrên xwe werin cezakirin.”

‘JI BER HINCETÊN PÛÇ TÊN GIRTIN’

Tobîas Smedberg jî diyar kir ku hilbijartinên di 31’ê Adarê de di şertên wekhev de pêk nayê û got ku “Li Tirkiyeyê derfetên wekhev ji bo hemû partiyan nayên dayîn. Endam û rêveberên HDP’ê tên girtin. Nahêlin ku HDP karibe dengê xwe bigihîne gel. Şaredarên Kurd ji ber hincetên pûç hatine girtin. Ji bo serbestberdana wan me li vê derê kampanya lidarxistin. Beriya hilbijartineke adilane divê şaredarên Kurd û endamên HDP’ê serbest werin berdan.”

ERDOGAN TIRKIYE KIRIYE WELATEKÎ DÎKTATOR

Mohamed Hassan jî diyar kir ku Erdogan Tirkiye kiriye welatekî dîktator û got ku, “Erdogan dizane ku HDP wê li Kurdistanê bi ser bikeve, ji ber vê jî êrîşên xwe yên li ser endamên HDP’ê didomîne. Ji bo hilbijartineke adilane ya li Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de, divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan. Li Tirkiyeyê tekane kesê ku dikare rêya aştiyê veke, Abdullah Ocalan e. Ocalan rêberê gelekî ye. Ji ber vê jî rakirina tecrîdê têr nake divê Ocalan serbest were berdan.”