Şahidên Cizîrê li Tribunala Navneteweyî ne: Bi saxî şewitandin

Di Tribunala Navneteweyî ya li Parîsê darizandina sûcên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd hate darizandin. Şahidên di bodrûman de qala hevalên xwe kir ên ku hatine şewitandin.

Di roja pêşîn a dadgehê de bingeha sûcên Tirkiyeyê yên dîrokî, siyasî, ekonomîk û çandî hate destnîşankirin. Parêzer Jan Fermon bi belgeyan sûcên ku hatine kirin, danî holê û piştî nîvro jî cih da vegotinên şahidan.

DAVİD: EV NE TEROR E, TEVGERA SERHILDANÊ YE

Di vê beşê de ji aliyê hiqûqa mirovî çarçoveyek hate avakirin. Profesor Eric David ê ji Zanîngeha Azad a Brukselê, PKK wekî komeke çekdar nirxand û diyar kir ku ‘PKK tevgereke serhildanê ye’.

David destnîşan kir ku PKK rêxistineke siyasî û hiyerarşîk e û ew ê li gorî peymanên Cenevreyê tevbigere.

BODRÛMÊN WEHŞETÊ

Hakim di berdewamiya dadgehê de xwest ku şahidên bûyerê biaxivin. Berê têkildarî sûcên li Cizîrê yên li ser sîvîlan sînevîzyonek hate temaşekirin. Di dîmenan de dihat dîtin ku kesên alayên spî di destê wan de ye, êrîş li wan tê kirin. Dozgeriyê qala êrîşên li vê derê û qetlîaman kir û bal kişand ser vî tiştî ku 143 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ERDOĞAN DÎKTATOREKÎ MEZIN E

Piştre li Faysal Sarıyıldız û Leyla İmret hate guhdarîkirin. Sarıyıldız diyar kir ku Erdoğan îro li Efrînê jî heman sûcî pêk tîne û qala hovîtiya li Cizîrê kir û got, “Li wê derê sûcên mezin hate kirin. Beriya ku operasyon were destpêkirin, di 14’ê Kanûna 2015’an de dewletê talîmat da ku bila karmend ji bajêr derkevin. Beriya dorpêçandinê jî av û elektrîk hate qutkirin.” Sarıyıldız diyar kir ku hê cenazeyê 18 kesan bi DNA û nasnameyan jî nehatiye eşkerekirin û bal kişand ser vî tiştî ku dewletê gelek cenaze avêt çemê Dîcleyê.

‘HEKE ROJEKÊ ERDOĞAN WERE DARIZANDIN EW Ê ÊŞA DAYÎKAN KÊM BIBE’

Şahida duyemîn a bûyerên wê demê jî Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret axivî. İmret bi gotina dayîkekê dest bi axaftina xwe kir û got, “Heke rojekê Erdoğan were darizandin ew ê êşa dayîkan kêm bibe.” İmret diyar kir ku di qedexeya derketina derve ya 9 rojan de, ji 20’î zêdetir kes hatin qetilkirin. İmret diyar kir li mala ku ew lê dima jî dewletê bombe avêtê lê tiştek bi wan nehat.

ŞAHID: BI SAXÎ ŞEWITANDIN

Têkildarî qetlîamên li Cizîrê bi rêya Skype şahidek hate guhdarîkirin. Şahida jin diyar kir ku ew jî di bodrûman de bû û got, “Di bodrûmê de em 50 kes bûn. 25 kes birîndar bûn. Piştre dora vê malê girtin û bi tankan lêdan. Piştre şûşeyên benzînê avêtin û agir pêxistin. Li vê derê 25 kes şewitîn. Ez li quncikê bûm, piştre derketim qatê jor û li wê derê jî 20 kes hebû. Gelek birîndar hebûn. Yên derdiketin derve jî dibûn hedefa guleyan. Hemû kesên li ba min jiyana xwe ji dest dan. Bi awayekî mûcîzeyê ez rizgar bûm, ez ji derî derketim û 10 rojan di bin çopê de mam.”

BIRYAR JI ENQEREYÊ HATE STENDIN

Şahidê din ê bi navê Erhan Dînç jî diyar kir ku bi qutkirina elektrîk û avê dewletê xwest mirov ji taxan derkevin û got, “Dayîka bi navê Selamet Yeşilmen dema dixwest ji qatê duyemîn dakeve qatê yekemîn dibe hedefa guleyan û li wê derê dimire.” Dinç got ku, biryara hilweşandina bajaran ji Enqereyê hate stendin û ev tişt bi awayekî eşkere dihat kirin.