Di navbera eşîra Herkî û PDK’ê de şer qewimî

Di navbera hêzên PDK’ê û fermandarê leşkeri yê eşîra Herkî Xurşîd Herkî de şer qewimî.

Li herêma di navbera Akrê û Duhokê de û li bajarokê Xebat di navbera eşîra Herkî û hêzên PDK’ê de pevçûnên tund qewimîn.

Gelek wesayîtên ayîdê hêzên PDK’ê, hatin şewitandin, li Zerevanê kesek mir, eşîra Herkî ji hêzên PDK’ê çend kes dîl girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo rawestandina van pevçûnên li Herêma Kurdistanê bang kir.

Fermandarê eşîra Herkî Ethem Herkî got, “Em bi fikar in ku şer belavî Behdînan bibe. Lewma em dixwazin ku şer bisekine.”

Fermandarê leşkeri yê eşîra Herkî Xurşîd Herkî jî li Hewlêrê hate binçavkirin.

Li gorî dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine weşandin, ji saetên şeve ve pevçûnên tund qewimîn. Di pevçûnan de çek hatin bikaranîn.