Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi çalakiyan bersiv da dagirkeriya qeyûm

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li hemberî dagirkeriya qeyûm a li Colemêrgê li Mûşê bi fîşekên hewayî û bombeyên dengan êriş birine ser lojmanên polîsan. Hate ragihandin ku li Wan û Geverê jî çalakî hatine kirin.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr di daxuyaniya xwe de got, "Li hemberî tayînkirina qeyûm a li ser îradeya Kurdan, çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Li Mûşê bi fîşekên hewayî û bombeyên deng êriş li ser lojmanên polîsan hate kirin."

Înîsiyatîfê diyar kir ku wê çalakiyên li hemberî hevkarên hêzên dagirker dewam bikin.

Înîsiyatîfê ragihand ku li djiî darbeya siyasî li Gever û Wanê dakete qadan, "Li dijî polîsên dagirker faşîst çalakî hatin kirin" û wiha dewam kir, "Şeva 3'ê Hezîranê li taxên Xaçort, Altintepe û Yenî Mahalle yên Wanê danê êvarê bend hatin danîn û ji ber êrişa polîsên dagirker heta serê sibehê şer qewimî.

Di heman demê de li taxên Kişla ya Kevn, Taxa Orman, Esentepe û Cûmhûriyet ên Geverê rê hatin girtin, agir hate dadan. Polîsên dagirker dor li çalakiyên me pêçand û êriş kirin. Tîmên me jî bi teqemeniyan, molotof û çekên ferdî bi tundî bersiv dan. Şerekî giran qewimî û polîsên dagirker derba giran xwarin û neçar man xwe vekişînin. Çalakiyên me her roj wê hîn mezin bibin."