ÎHD’ê bang li Îranê kir ku dawiyê li cezayên îdamê bîne

ÎHD’ê li dijî cezayên îdamê yên Îranê çalakiyek li dar xist û cezayên îdamê yên li Pexşan Ezîzî û Şerife Muhammedî hatî birîn protesto kir û bang li dewleta Îranê kir ku van cezayan betal bike.

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cezayên îdamê yên li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û sendîkavan Şerîfe Muhammedî hatî birîn protesto kir. Çalakî li pêşiya Serfaretxaneya Îranê û di bin dorpêça polîsan de hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniyek da û ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê binpêkirinên mafan didomîne û sala borî herî kêm 384 kes hatine îdamkirin.

Eren Keskîn destnîşan kir ku bi destpêkirina tevgerên protestoyî yên piştî qetilkirina Jina Emînî ku bi dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadiyê’’ re dest pê kirin, rêbaza îdamê ji bo rejîmê bûye sepaneke rûtîn û çapemeniya Tirkiye û Ewropayê jî li hemberî van sûcên sîstematîk dengê xwe dernaxînin.

Keskînê da zanîn ku herî dawiyê jî li Îranê di 23’yê Tîrmeha 2024’an de cezayê îdamê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammediyê hatiye birîn û got, ku divê ev cezayên îdamê werin betalkirin û sekinadin.

Eren Keskîn bang li rayedarên  dewleta Tirk kir ku rayeyên xwe yên dîplomatîk bi kar bînin. Her wiha Keskîn bang li mafparêzên cîhanê jî kir ku ji bo pêşîlêgirtina cezayên îdamê dest bi xebatan bikin.