Êşkence li destgîrkiriyên li Amedê hate kirin
Li Amedê zarokek yek salî destgîr hiştin û êşkence li ciwanek astengdar kirin.
Li Amedê zarokek yek salî destgîr hiştin û êşkence li ciwanek astengdar kirin.
Li kesên ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê de hatibûn destgîr kirin, êşkenceya fîzîkî û derûnî hat kirin. Di nava kesên destgîrbûyîn de zarokek yek salî jî heye ku bi dayîka xwe re hatibû girtin.
Îro 63 kes ji ber ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê de şal û şapikên kesk, sor, zer li ber deriyên ketina qadê li xwe kiribûn hatibûn destgîrkirin. 39 kes ji kesên ku hatibûn destgîrkirin serbest hatin berdan, 24 kes hîn jî li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Amedê têne ragirtin.
Li gorî agahiyên ji kesên hatine berdan hat wergirtin, zarokek yek salî bi dayîka xwe re hatiye destgîrkirin. Di heman demê de hate hînbûn ku du zarokên din ên 3 û 5 salî jî hene ku dayikên wan hatine destgîr kirin. Her wiha hate zanîn ku zarok V. Ş. (12), M.Ş (11) û R.K ku temenê wê nehat zanîn jî ku piştî birin şaxê, bi şertê ku di nava hefteyê de îfadeyên wan ji hêla dozger ve werin girtin, ew serbest hatin berdan.
Tê diyarkirin heya ku ew anîne Emniyetê bi êşkence û heqaretê re rû bi rû hatine hiştin; di nava wan kesan de ciwanek 26 salî ku ji sedî 76’ê wî seqet bû jî hatibû destgîrkirin. Di heman demê de hate zanîn xortê ku du caran li ser hişê xwe çû, ji hêla polêsan ve bi têlê ve hat girêdan û serê wî gelek caran li dîwaran hatiye xistin.
Lîsteya nûkirî ya navê kesên ku hatinî destgîrkirin ev in: Dîlan Çelîk, Ayhan Seven, Dilşah Aba, Aynûr Kaya, Dîlan Yildiz, Bedîrhan Guçmez, Gûrbet Tarhan, Mulkiye Ozan, Şukran Kader, Cahîde Bakirhan, Omer Ustundal, Welat Zenol, Mûrat Kertay, Eylem Okûşû, Hanîfe Yilmaz, Hîlal Ekîn, Sîbel Yuksel Demîrel, Gursel Kocaaga, Emîne Nazli, Yûsûf Topkaya, Mehmet Salîh Kocadag, Yûsûf Zengîn, Omer Kaya û Hastin Ahmet.