Êrîşa li Şengalê li Ewropa tê protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku têde Koordînasyonê Êdiyên Şengal û Edamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îmaîl Ozden) hatibû qetilkirin, li gelek bajarên Ewropa bi çalakiyên cuda cuda tê protekirin.

Êrîşa dewleta Tirk a ku di encamê de Zekî Şengalî şehîd bû li Ewropa tê protestokirin.

DUSSELDORF

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û KCDK-E Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê protesto kirin. Çalakiya ku li Stasyona Trenê ya Dusseldorfê saet 17:00’an bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Ferhat Ceger axivî û banga xwedîderketinê li Şengalê kir. Ceger got: “Şengal rûmeta mirovahiyê ye. Êrîşa li ser Şengalê tê wateya li dijî hemû gelê Kurd.

Her wiha di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

FRANKFÛT

Li bajarê Frankfût ê Elmanyayê jî êrîşên dewelta Tirk li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a welat bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya ku bi dehan kes amade bûn, saet 16:00’an destpê kir. Di çakiyê de pankartên bi nivîsa “Li Kurdistanê qirkirin heye”, “Erdogan destê xwe ji Şengalê vekişîne” hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildain. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan destê xwe ji Şengalê vekişîne” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin qîrkiri.

GÎESSEN

Yek ji bajarên din ê ku çalakî lê hate kirin bajarê Gîessen bû. Çalakiya ku li Kîrchenplatez hate kirin, Kurdistaniyên ji Gîessen, Sîegen û Lîmbûrgê tevlî bûn. Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir li ser navê KCDK-E belavoka hatibû amadekirin hate xwendin.

Li vir li ser navê PYD’ê Îbrahîm Yûsûf axivî û got: “Ya civaka Êzidî diparêze ev şoreş e. Divê Êzidî hê zêdetir xwe nêzî vê şoreşê bike”.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên bi zimanê Kurdî-Elmanî yên ‘Bimre Îxanet’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî berxwedana navneteweyî’.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûpertalê jî Kurdistanî li saet 18:00’an Ctyî Arkaden kom bûn û êrîşa li ser Şengalê protestokirin. Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Dagirker Tirkiye ji Kurdistanê bicehenime” û “Şehîd Namirin” qîr kirin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî êrîşa li Şengalê li pêşiya Dêra Domê bi meşekê hate protestokirin.

Çalakiya ku saet 18:00’an destpê kir, bi axaftinan dom kir. Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Iraqê piştgirî daye qetlîamê.

OREBRO

Li bajarê Orebro yê li beşê navî ê Swêdê cih digire jî Kurdistanî daketin qadan û êrîşa qirker a dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir.

Çalakiya ku li Qada Jarntorgetê pêk hat, pankarta ‘Dagirkeriya Tirkiyeyê rawestînin’ hatin vekirin, alên KCK, PYD û PKK’ê hatin bilindkirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Oreboroyê hatin kirin de dewleta Tirk di roja me ya îro de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê didomîne. Bang hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin hate kirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhof a Baselê hatin ba hev çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û YPG’ê hatin bilindkirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bern li Stasyona Trenê ya Navendê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê protestokirin. Di çalakiyê de li gel posterên Ocalan, alên PKK, YBŞ, MLKP, SKB û Meclîsa Êzidî ya Şengalê hatin bilindkirin.

Di çalakiya bi dehan belavok hate belavkirin de dirûşmên “Ewropa fînase dike, Tirkiye lê dixe” û “Duh Hîtler û îro Erdogan, duh Kobanê îro Şengal” hatin qîrkirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh jî Kurdistanî û dostên wan li stasyona trenê ya navendê kom bûn û çalakiyek lidar xistin. Li gel hildana posterên Ocalan, alên PKK, MLKP û Partîzanan hatin hildan.

AARAÛ

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aaraûyê li stasyona trenê ya nevendê çalakiyek lidar xistin.Çalakiya ku têde belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin, êrîşa dewleta Tirk hate protestokirin.