Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê bi çalakiyan hate şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Şengalê, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Êrîşa artêşa Tirk a li Şengalê li bajarên Freîbûrg, Mannheîm, Stûttgart, Hambûrg û Saarbruckenê yên Elmanyayê hate şermezarkirin.

FREÎBÛRG: Kurdistaniyên li ber standa "Azadî ji Ocalan" re li hev civiyan, êrîşa li Şengalê şermezar kirin û Îsmaîl Ozden (Zekî Şengalî) bi bîr anî. Çalakiyan ji bo bîranîna Zekî Şengalî deqeyek rêz girtin û dirûşmên "Şehîd namirin", "Erdogan ê kujer ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Erdogan" qîriyan.

MANNHEÎM: Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) danê êvarê saet 18'an li ber HBF'ê li hev civiyan û êrîşa li Şengalê şermezar kirin. Rêxistinên çep, sosyalîst û Mala Êzidiyan destek dan mîtîngê. Parlamenterê berê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz jî tevlî mîtîngê bû. Ji bo meşa roja Şemiyê ya li Mannheîmê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

HAMBÛRG: Mîtînga li taxa Sternschanze pêk hat, bi sedan kes tevlî bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de sûîqesta li dijî Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî hate şermezarkirin. Rêveberê Partiya Çep a Hambûrgê Robert Jarowoy li mîtîngê axivî û bi bîr xist ku Zekî Şengalî salên 1990'î li bajarê Hambûrgê xebitî û şoreşgerekî gelekî fedakar û ji dil bû. Di mîtîngê de ji bo meşa roja Şemiyê saet 16:30 a li Hachmannplatzê banga tevlîbûnê hate kirin.

SAARBRUCKEN: Bi sedan Kurdistanî danê êvarê saet 17'an li hev civiyan û belavok belav kirin. Hevserokê NCDK a Saarbruckenê Dexîl Îbrahîm li cihê çalakiyê axivî û Zekî Şengalî bi bîr anî. Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek jî bang li civaka Êzidî kir ku li dijî êrîşên bi vî rengî sefeber bibe. Nûnera TAJÊ jî ji bo parastina Şengalê bang kir.

STÛTTGART: Mîtîng saet di navbera 19:00-20:30 de li Schlosplatzê (Meydana Kobanê) pêk hat û dirûşmên "Li Şengalê qirkirin heye", "Pêşî li qirkirina ku Tirkiye li Şengalê dike bigirin", "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zekî Şengalî û Atakan Mahîr hatin vekirin. Qisekeran dewleta Tirk û nokerên wê şermezar kirin.

ATÎNA: Êrîşa li Şengalê li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşengiya ciwanên Kurd û Navenda Çanda Kurdistanê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Tevgerên sosyalîst jî destek dan çalakiya li meydana Syntegmanê. Girseya gel ji meydanê ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa li dijî Şengalê êrîşa tinekirin û qirkirinê ye li hemberî gelê Kurd. Çalakgeran Zekî Şengalî bi qîrîna dirûşm û çepikan bi bîr anîn.

STRASBOÛRG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê şermezar kirin. Çalakgeran Zekî Şengalî bi bîr anîn. Nûnerên saziyên NPA û Alsace li qada çalakiyê axivîn. Der barê êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê belavok hatin belavkirin û çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

TORONTO: Êrîşa li Şengalê li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Girseya gel li navenda bajêr li hev civiya û bi vekirina pankart û flamayan êrîş şermezar kirin. Çalakiyê 2 saetan dewam kir.