Çîftyurek: Em li her derê bi xurtî nerazîbûnê nîşan bidin

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku qeyûm darbeya yekser e û bang li muxalefetê û raya giştî ya demokratîk kir ku nerazîbûneke xurt nîşan bidin.

Parlamenterê Wanê yê ji DEM Partiyê Sînan Çîftyurek têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku qeyûm ne tenê desteserkirina îradeyê ye, di heman demê de darbeyeke yekser e. Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ev yek êrîşeke li ser îradeya gelê Kurd e û got, "Vê desteserkirina îradeyê bi tundî şermezar dikim. Bang li gelê me, gelên me, gelên cîhanê û her kesên xwedî wijdan dikim ku li hemberî siyaseta qeyûm nerazîbûna demokratîk nîşan bide. Li aliyekî qeyûm datîne li aliyê din jî li gel qedexe dike ku derkeve qadan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Bi zorê dest datînin ser îradeya gel, piştre jî nerazîbûna demokratîk sivîl a gel qedexe dikin. Tifaqa Cûmhûr salên dûr û dirêj e di hilbijartinê de têk diçe. Ya ku di hilbijartinê de winda dike dixwaze bi rêya qeyûm bi dest bixe. Naxwazin ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin. Lewma ji yekbûna gel û şaredariyan ditirsin."

Sînan Çîftyurek diyar kir ku gotinên 'normalbûyîn' û 'nermbûnê' rast nîne û got, "Em dibînin ku di nava vê normalbûnê de gelê Kurd nîne. Ev yek pirsgirêka her kesî ye. Divê CHP giraniyê bide ser çareseriya demokratîk a meseleya Kurd. Em bang li gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku nerazîbûna demokratîk nîşan bidin. Me li Curnê Reş helweesta demokratîk dît. Em bang dikin ku ev yek li her derê bê nîşandan. Divê muxalefeta Tirkiyeyê helwestê nîşan bide û ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bibe ezmûneke girîng."