Çîçek: Demildest dawî li bêhiqûqiya tecrîdê bînin

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Mizgefta Navenda Şîşlî daxuyaniyek girseyî da.

Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Stenbolê, bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de li pêş Mizgefta Şişlî daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê  di daxunaniyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Ewil xwişka Serhat Karsû yê di 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye Aynûr Taş axivî. Taş, diyar kir ku ew dixwazin êdî dayik negirîn û wiha got: “Ji bo aştî pêş bikeve çi ji destê we tê bikin. Em naxwazin êdî mirov bimirin. Em bang li hevjîna Serokomar Erdogan Emine Erdogan dikin. Tu dayik e. Were dengê xwe tev li dengê me bike. Tu me fam bike."

‘ZAROKÊN ME WÊ HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Dayika Ramazan Sebûktekin ê di 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye Fatma Sebûktekin jî axivî û wiha got: “Daxwaza kurê me daxwaza me ye. Zarokên me diyar dikin ku heta dawî wê li ber xwe bidin. Em jî heta dawî li pişt wan in."

‘TECRÎDA LI ÎMRALÎ BI DAWÎ BIKIN’

Xwişka Yuksel Koç ê di 17'ê Kanûnê de li Starsbourgê ketiye grevê û 111 rojin di grevê de ye, Cahide Yildirim jî bang li Wezareta Dadê kir û got; “Em êdi westiyan. Em dibêjin edaletê pêk bînin. Demek berî demekê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Her roj li girtîgehan cenaze derdikevin. Em dayik in dilê me parçe dibe. Êdî bes e bila daxwazên girtiyan qebûl bikin."

‘TÊKOŞÎNA ME YA HIQÛQ, EDALET Û DEMOKRASIYÊ WÊ BIDOME’

Hevserokê HDP'e yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û got: "Yên duh hiqûq di destê wan de bû îro bûne muhtacê hiqûqê. Ji ber vê yekê li kîjan alî dibe bila bibe, ger ku li vî welatî hiqûq hebe, divê hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê. Bêdengiya rayedaran a li hemberî banga malbatan êdî nayê qebûlkirin. Em jî li pişt daxwazên malbatan in. Li vî welatî 5 meh in greva birçîbûnê heye. Tenê armancek greva birçîbûnê heye. Ew jî ew e ku tecrîd bi dawî bibe. Malbat û girtî dixwazin ku dewlet li gorî zagonên xwe tevbigere. Li Girtîgeha Îmraliyê bi salan e hiqûq nayê naskirin. Yên îro bedena xwe dane ber birçîbûnê dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe û dewlet li gorî zagon û hiqûqê tev bigerin û tecrîdê bi dawî bikin. Ev daxwaz daxwazên wekhevî, demokrasî û edaletê ne. Divê hemû hêzên demokrasiyê guh bidin van daxwazan. Li Tirkiye mafê ku ji bo hikûmetê tê nasîn çiye divê ji bo birêz Abdullah Ocalan ji bên nasîn. Têkoşîna me ya hiqûq, edalet û demokrasiyê wê bidome."