Çîçek: Asayîbûn, lê ne ji bo Kurdan!

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, da zanîn Kurd ji "asayîbûn" a ku AKP’ê di demên dawî de tîne ziman bêpar hatine hiştin û got ku li dijî van polîtîkayan pêwîstî bi avakirina xeteke hevpar a têkoşînê heye.

Rojeva operasyona leşkerî ya dervî sînor ku di dema hilbijartinan de destpêkirin, madeya ku ji şer tesarûfê nake û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hemû ‘asayîbûna’ AKP’ê ên salên dawî ne. Hevberdevkê HDK’ê û Parlementerê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku wateya vê ‘asayîbûne lê ji bilî Kurdan’. Çîçek derbarê polîtîkayên AKP’ê yên dema dawî yên derbarê pêla sêyemîn a qeyûman û şerên li dervî sînor ji ANF’ê re nirxandin kir.

Çîçek, da zanîn ku Kurd ji asayîbûna li Tirkiyeyê bê par tên hiştin û wiha got, “Asayîbûn ji bilî Kurd û şerê li dijî Kurdan hewl tê dayîn bê pêkanîn. Şer û dagirkerî di heman demê de ji bo rejîma heyî mayîndebûna xwe biparêze, ji bo domandina sîstema netew-dewletê ya Tirk ku xizmetê kapîtalîzmê dike û gelê Kurd sedsaleke din bê statu bê hiştin, pêk tîne. Ji ber vê yekê aboriya ku ji çek û şer re tê cihê kirin ji madeya teserûfê sûdê nagire. Ev yek barê budçeyê girantir dike û dibe sedema ku krîza aborî mezintir bibe. Ji ber vê yekê Kurdên ku ji ber şerê li ser esasê înkarkirinê tê meşandin bandor dibin û beşên civakî yên bi fatûreya krîza aborî re rû bi rû ne hene.”

Çîçek, anî ziman ku rejîmê peyama gelê Kurd ê hilbijartina 31’ê Adarê û berxwedana Wanê girtiye û got ku cihê rejîm çareseriya pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bike, cardin mîna berxwedana Gezî û Kobanê li hemberî desthilatdariya xwe weke gef dîtiye û li ser vê esasê êrîş dike. Çîçek got, “Piştî têkçûna dawî ya 31'ê Adarê li dijî îradeya demokratîk a gelê Kurd darbeya qeyûm pêk tîne, rageşiya li welêt zêde bike, şaredariyên ku li cihên weke Şirnex û Colemêrgê weke parçeyek ji planên xwe yên dagirkeriyê yên li dervî sînor binirxîne û bi zindîkirina ruhê Yenîkapiyê wê hewl bide desthilatdariya xwe zindî bihêle. 

Çîçek, destnîşan kir ku divê ji roja ewil ve bihata dîtin ji dema tecrîda mutlaq a li Îmraliyê destpê kir û vir ve gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin dorpêçê de ne, civak tê tecrîdkirin û siyaseta demokratîk û îradeya çareseriyê dîl hatiye girtin. Çîçek wiha dirêjî da gotina xwe, “Dibe ku ji bo siyaseta demokratîk a Kurd û hêzên mûxalîf ên Tirk pirsgirêka herî mezin ku jiyane, ev bû. Tecrîda li ser Îmraliyê bandor li fikra têkoşîna yekbûyî ya hêzên demokratîk-şoreşger ên Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Ev yek dereng hat fêmkirin. Tecîda mutlaq pêşî li Îmraliyê destpê kir û piştre belavî tevahiya erdnîgariya Kurdistanê û welêt bû. Rejîma ku Kurdan ji odeya hiqûqê derxist derve, îro tevahiya Tirkiyeyê derdixe derve. Di asta heyî de, hiqûq ketiye kontrola rejîma desthilatdar. Bi tecrîda girankirî û agahînegirtina mutlaq re hem xwestin dengê berxwedanê qels bikin û hem jî nexwest aliyên civakî diyalog pêş bixin û bandor bibin. Divê em girtinên 1’ê Gulanê, darbeya qeyûm a li Colemêrgê û rejîma êşkencê ya li Îmraliyê bi hev re bigirin dest, ji bo têkbirina êrîşên rejîmê yên dema pêş zemîna demokratîk ava bikin û li dijî pergala tecrîda Îmraliyê têkoşîn bikin.”