9 partiyên siyasî: Di şexsê HDP’ê de dixwazin îradeya me desteser bikin
9 partiyên siyasî derbarê doza ji bo girtina HDP’ê daxuyanî dan û gotin, “Armanca vê êrîşê ne bi tenê HDP ye, hewl didin îradeya me desteser bikin.”
9 partiyên siyasî derbarê doza ji bo girtina HDP’ê daxuyanî dan û gotin, “Armanca vê êrîşê ne bi tenê HDP ye, hewl didin îradeya me desteser bikin.”
9 partiyên siyasî derbarê doza ji bo girtina HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku armanca girtina HDP’ê ev e ku mûxalefetê bêbandor bikin.
Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rejîma yekzilamî ya ku her dem qala îradeya gel dike, reforma hiqûqê û plana çalakiyan a mafên mirovan eşkere dike, dixwaze îradeya bi milyonan kesan ango HDP’ê bigire. Dixwazin bi sedan kesên ku ji xeynî siyaseta demokratîk tu sûcê wan tune, ji mafên wan ên sereke yên siyasî bêpar bihêlin.
Sûcekî giran ê qanûnî tê kirin. Gelekî zelal e ku rejîma yekzilamî ya ku dewlet xistiye nav mirin, bêkarî û hejariyê, dixwaze hêviya guherandina desthilatdariyê ya bi rêya demokratîk ji holê rake.
Em dizanin ku armanca vê êrîşê ne bi tenê HDP ye, armanc destkeftiyên demokratîk ku civakê bi berdêlên mezin ava kiriye. Dixwazin îradeya me hemûyan desteser bikin, ya di bin êrîşê de maf û azadiyên me yên demokratîk e .
Em diyar dikin li hemberî vê êrîşa derhiqûqî ya li dijî mûxalefetê û ji bo rojên ku em ê di nav edalet û aştiyê de bijîn, em ê tevî HDP’ê têkoşîna edaletê bidomînin.
Partiya Şoreşa Yekgirtî (BDP)
Partiya Herêmên Demokratîk (DPB)
Partiya Kedê (EP)
Partiya Tevgera Kedê (EHP)
Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP)
Partiya Sosyalîst a Ji Nû Ve (SYKP)
Partiya Azadiya Civakî (TOP)
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP)
Partiya Çepgir a Keskan (YSP)