230 parêzeran ji bo dîtina Ocalan serlêdan kirin
230 parêzer bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hev civiyan û ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
230 parêzer bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hev civiyan û ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
230 parêzer bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hev civiyan û ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Di serlêdanê de hat xwestin, ku Çarşem, Pencşem an jî di demeke herî kurt de derfetên hevdîtinê ji wan re bê dayîn. Di serlêdanê de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û hat xwestin, destûr ji wan re bê dayîn ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Di nava parêzerên serlêdan kirine de endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya û ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê gelek parêzer hene.