15’emîn rûniştina Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê dest pê kir

15’emîn rûniştina Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê dest pê kir

Parêzerên Doza KCK’ê ya Stenbolê daxwaz kiri ku hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku daxuyaniya ‘Operasyonên KCK’ê di civînên ku nûnerên daraz, cemaat, MÎT û AKP’ê pêk anîn de biryara wê hate girtin’ bila wekê şahid bên guhdarkirin. Dadgehê jî got ‘Daxuyanî têkildarî esasa dozê nîne’ û daxwaz red kir.

Li Stenbolê di navbera 5 û 28’ê cotmeha 2011’ê de di bin navê KCK’ê de li hemberî avahiyên BDP’ê û navçeyên BDP’ê, akademiyên siyasetê, saziyan operasyon pêk hat û di encama operasyonan de 122’ê jê girtî 205 siyasetmedar tên darizandin. Doza sereke ya siyasetmedaran li Sîlîvriyê dest pê kir.

Di danişîna îro de ji bilî 6 girtiyan hemû girtî û 13 yên ne girtî tevlî bûn. Serokê dadgehê Alî Alçik diyar kir ku rapora Saziya Tiba Edlî ya der barê tenduristiya Recep Karagul, Faruk Tur û Ahmet Saganç ku tê gotin bila ‘Di girtîgehê de bimîne’ hatiye.

Di rûniştinê de parêzer Ruşen Mahmutoglu axivî û daxuyaniya hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş a der barê ‘Operasyonên KCK’ê di civînên ku nûnerên daraz, cemeat, MÎT û AKP’ê pêk anîn de biryara wê hate girtin’ bi bîr xist. Mahmutoglu da zanîn ku daxuyaniya mijara gotinê ye ji bo dozê gelek girînge û xwest bila Demîrtaş wek şahid bê guhdarkirin. Her wiha daxwaz kir ku girtekên aydê civînê jî bila ji BDP’ê bê xwestin.

Parêzer Sînan Zîncîr jî daxwaz ki rku ji ber piraniya girtiya daxwazên tahliyekirinê ne rojekê du roj bê veqetandin.

Dadgeha daxwaz nirxandin daxwazên guhdarkirina Demîrtaş û xwestina Belgeyan bi hinceta ne têkildarî esasa dozê ye red kir. Serokê dadgehê Alçik got ku xwendina îdianameyê divê pêşî pêk bê û diyar kir ku ger hewce be divê Demîrtaş der barê mijarê de îfadeyê bide dozgeriyê.

Daxwazên tahliyeyê jî di 20’ê kanûnê de saet ji 13.00’an heta 21’ê qanûnê saet 15.00’an dê bê girtin.

Danişîn bi xwendina îdianameyê ya rupela 671’ê didome.