15'ê Tebaxê li Hîldesheîmê hate pîrozkirin

Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm, Braûnschweîg, Gîfhorn, Wolfsbûrg, Peîne û Salzgîtterê yên Elmanyayê, Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê di çarçoveya "6. Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd" de li bajarê Hîldesheîmê pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan destpêkê li ber stasyona trenê ya Hîldesheîmê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Jinên Kurd bi amûrên muzîkê û kincê gelêrî tevlî meşê bûn.

Piştî meşê li Am Marîenfrîdhofê pîrozbahiyê dest pê kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Şengal û Efrînê" hatin qîrîn.

Bi navê HDK-A Braûnschweîgê endamê NAV-DEM'ê Letîf Karakaş, endama Dîe Lînke Rîta Krueger û Azad Botan Denîz, Wîlly, Mamoste Ferqîn û Berdevka Komuna Jinê ya Meryem Hayat Donma li pîrozbahiyê axivîn.

Komên Lorînîn Adasi, Z, Dîmlî, Amed-Memo-Hesen, Koma Volkana Şoreşê, Ciwan Çewlig û koma wî, Dilyar û koma wî, Kadir Şîrî, Wezîr Demîr û Cano Şakir derketin ser dikê.