15’ê Tebaxê li Edeneyê bi fişekên hewayî hate pîrozkirin
Li du navçeyên Edeneyê, li 8 cihan pêngava 15’ê Tebaxê bi fişekên hewayî hate pîrozkirin.
Li du navçeyên Edeneyê, li 8 cihan pêngava 15’ê Tebaxê bi fişekên hewayî hate pîrozkirin.
Li navçeyên Edenê Seyhan û Yuregîrê li taxên Daglioglû, Karasû, Firat, Gulbahçe, Yenîbey, Hurriyet, Denîzlî, Kîremîthane û Kuçuk Dîkîliyê ciwanan 15’ê Tebaxê bi fişekên hewayî pîroz kirin.
Li van taxên ku pîrozbahî lê hatî kirin polês, bi erebeyên zirxî di navbera kolanan û riyên navendî dewriye avêtin û tax xistin dorpêçê. Tevî vê jî ciwanan saet 21:00’ê de tariya şevê bi fişekên hewayî ronî kirin.
Dîsa ciwanan li taxa Kuçuk Dîkîliyê sê bombeyên dengan teqandin. Dorpêça polês a li dora taxê didome.