DEM Partî li Wanê li ser ‘pêvajoyê’ bi baro û hiqûqnasan re civiya

DEM Partî di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de li Wanê bi serokên baroyan, rêxistinên hiqûqê û parêzeran re civiya.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” de li Wanê bi serokên baroyên bajarên Kurdistanê re civiya. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Hevberdevka Komîsyonê Sevda Çelîk Ozbîngol, rêxistinên hiqûqê û parêzer tevlî bûn.

Sevda Çelîk Ozbîngol ji ewil axivî û got: “Ev pêvajo ne tenê xebatên di qada siyasî de ne. Aliyê hiqûqî yê vê pêvajoyê pir girîng e û divê her kes bibe alîkar. Aştî, bi hevkarî û beşdariya hemû derdorên civakê dibe. Em xwe berpirsyar dibînin û wisa nêz dibin.”

Ozturk Turkdogan jî ev tişt anî ziman: “Banga birêz Ocalan bangekî dîrokî ye. Di esasê xwe de ev berdewamiya çareseriya di sala 1993’yan de hatibû pêşkeşkirin. Vê carê ev pêvajo mecbûriyeteke û birêz Ocalan berpirsyartiyeke dîrokî li xwe girt. Biryara fesixkirinê hat dayin. Hêvîdarin ku gavên li ser zemîna siyasî û hiqûqî tên avêtin, bigihijin encamê. Her ku ev dibe em ê derbasî qonaxa aştiya civakî û avakirinê bibin. Dema ev tê kirin jî karekî mezin dikeve ser milê baroyan.”

Turkdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Di her hevdîtinê de me me xwest ku sepanên cihêkar, ya astengkirina tehliyeyan bên rakirin û girtiyên nexweş û dezavantaj bên berdan. Ji sedî 10’ê wan jî di 10’emîn Paketa Darazê de cih engirtin. Îktîdar her tim qala berdana çekan dike. Berdana çekan ne meseleyeke pêvajoya bazariyê ye. Birêz Ocalan ev pêvajo bi îradeya xwe danî holê. Heke çek bên bedan divê gavên hiqûqî bên avêtin. Divê qanûn û destûra bingehîn biguherin. Divê xebatên ji bo ji pergala yekperest derbasî ya piranîparêz bibin bên kirin. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de sermuzakerevan e û bi xwe pêvajoyê birêve dibe.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.