Li Cizîrê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Cizîrê ji 5 welatiyên ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.

3 KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 30’ê nîsanê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Di serdegirtina malan de Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygûsûz, Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatibûn binçavkirin. Her 5 kesên ku hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Pişti wergirtina îfadeyan a li dozgeriyê Hamît Ayan û Yûsûf Tatîk hatin berdan.

Ahmet Kaygûsûz, Mehmet Atabey û Metîn Mendez bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin girtin. Dadgehê jî bi hinceta “endamtiya rêxistinê” girtin.