Tekîk: Li Êlihê rêbazên taybet di dewrê de ne

Hevserokê Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk, diyar kir ku hewl tê dayîn Êlih ji kokê xwe ya ku ev 50 sal in bi kedek mezin hatî bi dest xistin bê dûr xistin û got ku rêbazên taybet di dewrê de ne.

Hevserokê Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk, da xuyakirin ku asta têkoşînê hemû rêbazên şerê taybet vala derxistiye.

Di 24'ê Nîsanê de polîs bi ser avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Êlihê de girtin û bi saetan lêgerîn kirin. Di serdegirtinê de pirtûk, broşur û wêne hatin desteserkirin. Hevserokê Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Mûstafa Mesût Tekîk ê piştî serdegirtinê ji bo îfadeyê bang lê hat kirin, dema ji bo îfadeyê çû hat binçavkirin. Tekîk piştî demeke hate berdan.

Hevserok Mûstafa Mesût Tekîk têkildarê mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku nêrîna wan a li hemberî pirtûk, kovar û wêneyan cudatir e û got ku wan feraseta xwe ya siyaseta demokratîk û fikrên xwe yên di mijarên din de li emniyete û dozgeriyê anîne ziman.

HEWL DIDIN JI NASNAMEYA KURDBÛNÊ QUT BIKIN

Tekîk, anî ziman ku yek ji projeyên desthilatdariyê Êlih e ku cihek taybet digire û wiha got, "Eşkere ye ku plan hene Êlih ji kokên xwe yên Kurdî, çep û perspektîfa kedê ya ku 50 sal in bi dest xistiye, bê dûr xistin û nasnameyeke nû biafirîne û heta vî bajarê berxwedêr berovajî bike. Ji bo pêkanîna vê jî her rê hate ceribandin, her cure enstruman hatin bikaranîn lê ev hemû rêbaz, hemû emelên manîpulasyonê yên îdeolojîk-çandî bi saya keda mezin a hevrêyên me û fedekarî û girêdana gelê me vala hatin derxistin. Dibe serdegirtin û zext çêbibe, lê em ji siyaset û rewatiya xwe bawer in. Em bi hêza ku em ji mafdariya xwe werdigirin, xebatên xwe bi rengekî vekirî dikin."

TEVLÎBÛNA CIWAN Û JINAN

Tekîk, da zanîn ku wan xebatên xwe bi rêveberiyeke ku jin û ciwan lê serdest in meşandine û got, "Di vê pêvajoya sê mehan de, bi wesîleya 8'ê Adarê, Newrozê, 1'ê Gulanê û xebatên din ên hilbijartinê me gelek plan di pratîkê de meşandin. Bi awayekî xwezayî, di nava vê demê de bi sedan çavdêriyên me hebûn. Ya herî balkêş jî, ciwan û jin beşdar û organîzatorên herî xurt ên hemû xebat û çalakî bi plan an jî xwezayî bûn."

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊN PÛÇKIRIN

Tekîk, da xuyakirin ku rêbaza şerê taybet ji bo bêpolîtekirina girseyan hewl dide adetên mîna narkotîk, fûhûş û qumarê bide rûniştandin û got, "Asta têkoşînê hemû rêbazên taybet bi giranî pûç dike. Ji ber vê yekê serdest serî li zext û polîtîkayên çavtirsandinê didin. Partiya me û hemû kesên nûnertiya wê dikin, her yek ji me bi baweriya aştî û azadiya bi rûmet; Bê guman em ê bi hesreta jiyana wekhev û wekheviya gelan dest ji têkoşîna xwe bernedin û ji bo bibin layiqî nirxên ji aliyê gelê me ve hatine afirandin, em ê hewldanên xwe zêde bikin."