CPJ ji bo rojnamevan Silêman Ehmed banga 'çalakiya lezgîn' li NY'yê kir

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û MENA Rights Group (MRG) bang li Komîteya Windakirina bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo rojnamevan Silêman Ehmed bi lez bikeve nava liv û tevgerê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe de ragihand ku di 12’ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a MENA, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were eşkerekirin.

Hate destnîşankirin ku Rojnamevan Silêman piştî serdana malbata xwe li Suriyeyê kir û vegera Başûrê Kurdistanê hate girtin û ji wê demê de desthilatdaran cih û tometa ku ‘ger hebe’ li ser aşkare nekirine.

Malbat û parêzerên Silêman Ehmed ji bo hevdîtinê û girtina agahiyan gelek caran serlêdan kirine, lê PDK rê nade.