YPS û YPS JIN'ê kesên li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin, bi bîr anîn

Koordînasyona YPS û YPS JIN'ê bi daxuyaniyekê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û hemû şehîdên li Cizîrê di jêrzemînên hovane de hatin şewitandin û qetilkirin, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê YPS û YPS JIN'ê em Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û hemû şehîdên xwe yên li Cizîrê di jêrzemînên hovane de salên 2015 û 2016'an di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin şewitandin û qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin; bi biryardariya serketina têkoşeran vê pêvajoyê pêşwazî dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêvajoya xwerêveberiyê hişyarbûn, vejîn û berxwedana gelekî bû û hate gotin, "Vê pêvajoyê pêşeng, milîtan û welatparêzên xwe yên hêja afirand." Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Di pêvajoya qedexeyê de ku 14'ê Kanûna 2015'an hate ragihandin û 79 rojan dewam kir, armanca bingehîn a faşîzma dewleta Tirk ew bû ku gelê Kurd bi temamî mehkûmî koletiyê bike. Lêgerîna li azadiyê ji bo Kurdan weke sûcê herî mezin dihate dîtin. Rabûna li ber neheqiyê, lêgerîna li jiyana bi çand, ziman û sîstema xwe jî dibû hinceta qetilkirin. Ev êrîşa dîrokî ya li hemberî gelê me, di vê demê de jî bi tundiyê xwe ferz dike. Çavkaniya polîtîkaya Kurd ê mirî yê dijmin, tirsa ji rastiya civakî ya Kurd e. Di dîroka mirovahiyê de rastiya civaka Kurd ku çavkaniya çanda demokrasiyê û bingeha pêşketina heyî ye, ji bo hêzên desthilatdar her tim bûye gefek. Hebûna vê rastiyê weke tunebûna xwe dîtine. Lewma pêvajoyên me yên hişyarbûn û berxwedanê ji bo xwe weke şerê man û nemanê pênase kirine. Her Kurdekî berxwedêr bûye birînek di dilê faşîzma dewleta Tirk de. Serhildan, lêgerîna li maf, hişyarbûn û hewldana Kurdan a di vê mijarê de bi xweranegirtineke mezin ji aliyê vê faşîzmê ve hate pêşwazîkirin û yekane tişta ku li hemberî vê kir jî îmha bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe êdî li cîhanê tê qebûlkirin, di heman demê de gihîştiye wê pozîsyonê ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li tevahiya cîhanê bandorê li hevsengiyên siyasî dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê têkoşîna gel a mafdar de mêtingerî neçar e têk biçe û hate gotin, "Hevalên Mehmet Tûnç û Asya Yuksel tenê rêyek danîn ber xwe: 'jiyan hebe divê azad be'. Jiyaneke bi rûmet, rabûna li ber paşverûtiyê felsefeya wan a bingehîn a jiyanê bû. Ji ber vê yekê bi têr û tijî, bi wate jiyan. Bi taybetî bûn fermandarên jiyana bi wate ya gelê Kurd. Bûn şervanên Şerê Gel ê Şoreşgerî. Bûn sembola çanda berxwedanê. Nîşan dan ku siyaset jî berxwedan jî divê çawa be. Mehmet Tûnç di axaftina xwe ya dawî de ya bi telefonê kir wiha gotibû, 'Bila kes teslîmiyetê ji me hêvî neke, mîna roja destpêkê em ê mil bi mil li ber xwe bidin û eger pêwîst bike di vê oxirê de em ê şehîd bikevin. Me li ber xwe dan, em teslîm nebûn, bi me serbilind bin'. Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, bi giştî 177 berxwedêr bûn sembola xeta berxwedanê ya dîroka Kurdistanê.

Em careke din di şexsê Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de hemû berxwedêrên li jêrzemînan şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd tenê peymanek me heye, ew jî tolhildan e!"