YPJ: Em ê bi giyana ciwan a Avrînê têbikoşin 

YPJ’ê bi wesîleya şahadeta şervana xwe Avrîn Amanos daxuyeniyeke parve kir û ji malbat û hevrêyên wê re sersaxî xwest. 

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesileya şahadeta şervana xwe Avrîn Amanos ku 8'ê Adara 2019'an di encama qezayekê de şehîd bibû, daxuyeneke nivîskî parve kir. YPJ’ê di daxuyaniyê de ji malbat û hevrêyên wê re sersaxî xwest. Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em, Di kesayeta hevrê Avrîn Amanos de, hemû şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê bibîrtînin, ji malbata hevrê Avrîn û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza bicîhanîna têkoşîna wan nû didin. 

Em weke gelên Bakûrê Sûriyê û hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nav têkoşîneke dijwar de ne. Ev tekoşîn erk û berpirsyariyên mezin dide ser milê her şervaneke me û berdêlên giran ji me dixweze. Hevrê Avrîn Amanos, di nav demeke wisa dijwar de, di encama qezayê de gihîşt şehadetê. 

Heval Avrîn di nav malbat û derdoreke welatparêz de mezin dibe. Lewma hê di temenê biçûk de bi hestên welatparêzî û şoreşgerî dipije û di temenê xwe yê ciwan de dest bi lêgerîna jiyana azad dike. Weke her keçeke Kurd û Efrînî, xilasiya gelê xwe û azadiya xwe di nav xebatên şoreşê de dibîne. Li ser wê bingehê cihê xwe di nav tevgera ciwanan de digre. Bi rihê ciwan, xwedî li şoreşê derdikeve, di her qada ku bi ser erk û berpirsyarên jê tê xwestin de, diçe bi dilgermî, bi bawerî û hêviyek mezin nêzî jiyan û xebatê şoreşê dibe. Di her qada jiyanê de dibe xwedî ked û fedekariyên mezin.

Hevala Avrîn, di dema perwerdeyê de qezayek derbas dike û di encama qezayê de dighîje şehadetê. Em ji ber vê rewşê xemgîniya malbatê parve dikin û sersaxiyê ji malbat û hemû hevrêyên wê re dixwazin. 

Li ser wê bingehê em careke din hevrê Avrîn Amanos bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbat û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin û soza pêkanîna armancên şehîdan nû dikin.”

Nav paşnav: Elayî Erneb
Navê tevgerî: Avrîn Amanos
Dayik: Çila Erneb
Bav: Mihemed Erneb
Dema jidayikbûnê: 14.01.2000
Dem û cihê şehadetê: 08.03.2019 / Qamişlo