YJA Star: Pêngava 15'ê Tebaxê hêvî û cesaret da gelan

Fermandariya YJA Starê salvegera 34'an a pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku 15'ê Teaxê hêvî û cesaret daye gelan.

Fermandariya Giştî ya YJA Starê bi boneya 34. Salvegera 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de rist û girîngiya dîrokî ya pêngava 15’ê Tebaxê û fermandar Egîd hat destnîşankirin. Di daxuniyê de hat gotin ku pêngava 15’ê Tebaxê, herikîna dîrokê guhertiye û dagirkerî parçe kiriye. Daxuyanî wiha ye:

“Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ku ji bo mîlyonan hêviya jiyana azad afrandiye û tekoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin, di şexsê fermandarê me yê efsanewî rêheval Egîd de li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, bi hezkirin û rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em salvegera nû ya tekoşîna xwe jî di serî de li Rêberê azadiya gelan Rêber APO, li gelê xwe û tevahî têkoşînvanên azadiyê pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi navê gelê Kurd herikîna dîrokê guhert; hêvî, cesaret û bawerî da tevahî gelan. Vê pêngavê, şerê azadiya welatekî ku kesekî nedikarî navê wê jî bîne ser zimanê xwe, da destpêkirin û ji tevahî cîhanê re ragihand. Bi 15’ê Tebaxê re guleya yekemîn li dijî koletî û mitîngeriyê hate avêtin. Bi vî rengî jî veguherî tevgera tolhildaneke mezin. Di pêşengiya fermandar Egîd yê bi şêwaza zaferê ava kiriye, şerê me yê hebûn û rûmetê destpê kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ku li gelê me bawriya cewherî û vîna serbixwe ava kir, di heman demê de zanistiya parastina cewherî jî ava kir. Peyama ku gelê Kurd bê parastin nîn e, da hemû hêzên desthiladar.”

Di daxuyaniyê de rûyê dewleta tirk a komkujer û faşîs jî hat destnîşankirin û li hemberî vê berxwedana PKK’ê ya bi 15’ê Tebaxê destpê kirî hate destnîşankirin. Bi taybet berxwedana di zindana Amedê hatî raberkirin hate bibîranîn û wiha hate gotin:

“Rejîma faşîst a Tirk ku di salên 80’î de li dijî gelan û bindestan komkujî, îşkence û tepisandinên dij mirovî pêk anîbûn, di bîra civakê de şopên kûr hiştibûn. Li dijî van pêkanînan berxwedana pêşengên PKK’ê yên di zindana Amedê de baweriya jiyana azad zindî kir. Li ser vê bingehê pêngava 15’ê Tebaxê jî giyana azadiyê gihande zaferê. Berxwedana zîndanan veguherande vejînê. Ruhê 15’ê Tebaxê îro li her çar parçên Kurdistanê li dijî faşîzmê têdikoşe. Li dijî faşîzma AKP-MHP ya ku li Kurdistanê di hovîtî û barbartiyê de tu sînoran nas nake, giyana ku li berxwe dide ruhê mirovên azad ên Egîdbûyî ye.

Ev ruhê vejînê yê bi nirxên afrandî re veguheriye felsefeyeke jiyana azad ku pêwîst e li her derê di her qadê de jîndar bibe. Her kesên ku li dijî zilm, wehşet û faşîzmê xwe berpirsyar dibîne, yên ku baweriya wan bi jiyana azad û demokratîk heye pêwîste bi hev re di nava têkoşînê de bin. Her têkoşîneke ku bi hev re bi yekdilî tê meşandin wê faşîzmê bi erdê re bike yek û jiyana azad veguherîne rastiyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku li Kurdistanê yekemîn gava xweseriya demokratîk îfade dike, di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wateya yekem gava jiyana hevpar a konfederal. Mezinkirina vê bi tekoşîna me ve têkildar e. Kombûn û yekbûna jin, ciwan, kesên bindest û yên ku daxwaza demokrasiyê dikin wê bi xwe re enerjiyeke wiha ava bike ku tu rejîmên dîktator nikare li beramberî wê li ser piya bimîne. Ew rejîm neçare ku hilweşe û tune bibe. Di vê wateyê de em bang li her kesê dikin ku bi giyana Egîdan têbikoşin.”

YJA Starê, bal kişand li ser dilsoziya xeta fermandar Egîd û şopdarên wî û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

“Weke hêzên YJA Star, bi felsefeya jiyana azad a ku Rêberê me avakiriye, emê bi ruhê şer yê hevrê Egîd têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku berxwedana bê hempa ya zindana Amedê di 15’ê Tebaxê de veguherî pêngaveke tolhildanê, berxwedana me ya ku li derdora berxwedana Îmraliyê mezin dibe jî wê bi înşaya jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd ve bi zaferê tacîdar bibe. Weke hêzên parastina jinê YJA Star emê sekna fermandar Delal Amed di xwe ava bikin û wekî rêhevalên Egîd, Hêlîn, Nalîn, Berçem, Azê, Roza û Jînda’yan em soz didin ku emê ala wan dewrê me kiriye bighînin zaferê. Li ser vê bingehê em hemla xwe ya vejîna mezin û azadiyê ya 15’ê Tebaxê careke din li Rêberê xwe, li jinên berxwedanvan, li hemû gelê xwe, li mirovahiya demokratîk û hemû gelên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn pîroz dikin.”